Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jiyana Pêşewa Qazî Mihemed çawa derbas bû

18:11 - 1 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Pêşewa Qazî Mihemed li 1`ê Gulana 1900`an li malbata qedirgiran ji dayîk bûye, her li destpêka ciwaniya xwe de hizr û hesta nîştimanperweriyê têde xurt bûye, pirr hez li zanstin û pêgehandinê dikir û gellek zû di wî warî de xwe pê gihandiye, û gellek jî hewl dabû ku, zimanên biyanî jî hîn bibe, ji bilî zimanê Erebî, Farsî û Kurdî, zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekî Rûsî jî dizanî.

Qazî li sala 1930ê de bi jineke Mehabadî bi navê Mîna Xanim re dizewice.

Qazî Mihemed kurê Qazî Elî yê kurê Mîrza Qasimê Qazî ye, û Derbasbûya vê malbatê li bajarê Mehabadê vedigere bo 400 salî berî niha.

 Qazî Elî bavê Pêşewa, li sala 1930`an li Mehabadê Rêxistina Kurdî ya bi navê “Bizava Mihemed” pêk anî.

Navhatî digel şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî li Tewrêzê têkilî hebû, heta sala 1934’an jî ku koça dawiyê kir, li ser vî karî berdewam bûye.

Qazî Mihemed piştî mirina bavê xwe Erka dadweriya şer`î (Olî) ya bajar li ser milê Qazî dimîne, û Hemû karên perwerdehî, civakî, rêveberî û pirsgirêkên bajar ku bi agehdarî û bi rêberiya Qazî Mihemed ve çareser dibûn.

Li ber hezkirina karê çandî û pêşdebirina zanist û agahiya xelkê, di salên beriya sala 1941’an û piştre jî, bo yek û du salan berpirsyariya îdareya çandê ya bajarê Mehabadê girtiye stûyê xwe, û xizmeteke zaf bi çandê kiriye, û Li dema berpirsyariya wî de, yekemîn xwendingeha keçkan li Mehabadê hatiye vekirin, û Her di vê derheqê de jî têkliyên wî digel xwendekar, rewşenbîr û mamostayan pirr zêde bû.

Qazî ji bo bûyerên ku li herêm û gerdûnê diqewimîn gellek rojname û kovar jî dixwandin; Rojnameya Şefeq a Sor a bi zimanê farisî, kovara Peyman a farisî ya Ehmed Kesrewî û kovara Gelawêj ku li Bexdayê ji aliyê Seyda Ela`eddîn Secadî ve dihate weşandin dixwendin

Qazî Mihemed rêz û hûrmeteke xasmanî ji bo navendên Komeleya J-K (Vejiyana Kurd) hebûye, û di çend salên serdema bê hikûmetiyê de jî yanî salên 1941-1945`an ku Komara Kurdistanê pêk hatiye, di birêveçûna karûbaran de, û bitaybetî di çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên eşîreyan de roleke berçav hebûye, û gellek ji avakerên J-K’ê rawêj û hemşêvirî digel Pêşewa Qazî Mihemed encamp dane, û gellek jê hez kirine, û zor hewil didan ku ew bibe endamê “J-K”ê. gelek ji pirs û arîşeyên karî ên rojane yên xelkê di dîwana wî de ku jêre digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin.

Qazî ji ditîngeha nûnerên biyaniyan ve, jî rêz û hurmeteke taybet hebû, her kesî ku serdana Mehabadê kiriye berî her tiştî hewl daye da ku wî bibîne. vexwandina wî ji bo Yekîtiya Soviyetê her di vê derheqê de bûye, ku digel şandeke mezin serdana Bakûyê kiriye. Qazî Mihemed ku bû endamê “Komeleya J-K” û navê nepenî yê Bînayî jêre hatibû diyarîkirin, hêviyek zêdetir xiste nav dilê gel de.

Pêşewa Qazî ji ber hurmeteke taybet ku ji bo “J-K”ê hebû, roja avabûna PDKÎ jî her li 25`ê Gelawejê, wate li roja avabûna “J-K”ê îlan kir.

Piştî pêkanîna Kongireya yekemîn, li 2`ê Rêbendana 1324(30`ê Adara 1946`an) bi beşdarî û nûneratiya hemû cih û taxên Kurdistanê, yekemîn Komara Kurdistanê pêk anîn.

Di 22`ê Kanûna Paşîn a 1946`an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çar Çira ya bajarê Mehabadê Qazî Mihemed Komara serbixwe ya Kurdî (Komara Kurdistanê) ragihand, û piştî 11 mehan deshilatdariyê, Di Kanûna Pêşîn a 1946`an de piştî têkçûna Komarê, di 30`ê Adara 1947`an de Qazî Mihemed digel Wezîrê Berevaniyê yê Komarê, Seyfî Qazî û birayê wî Sedirê Qazî li Çar Çira ya Mehabadê hatin bidar vekirin.