Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John Bolton”: Rejîma Îranê zanyariyên saxte dabûne Ajansê

11:33 - 15 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “John Bolton” ragehandiye ku rejîma Îranê zanyariyên netewaw û saxte li ser çalakiyên xwe ên etomî dabûne Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Etomî.

“John Bolton” şêvirmendê Konseya Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê di “twitt”ekê de nivîsand: Arşîva etomî ya Îranê nîşaneke bihêz e ji vê ku rejîma Îranê bi awayekî bizanebûn  zanyariyên nivîşkan û saxte dida Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Etomî.

Wî herwisa got: Serkomarê me heq hebû ku ji vê rêkkevtina xirab ya etomî paşekêşeyê bike. Zexta li ser Îranê bona vêdedana pirograma navikî wê bidome.

“John Bolton” di “twitt”a xwe de lînkek jî belav kiriye ku hilgirê zanyariyan li ser çalakiyên navikî ên Îranê ye, ew zanyarî Îsraîlê sala borî di çalakiyeke veşartî de bi dest xistibûn.

Îsraîlê di sala 2018`an de gotibû ku bi hezaran rûpelî ji arşîva etomî ya nihênî bi dest anîbû. Di wê demê de, Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê jî Îran bi dana raporên nerast bo Ajnasê tawanbar kiribû.

Di meha May a sala 2018`an de bû, ku Trump serkomarê Amerîkayê ragehand em ji rêkkebtina etomî ya xirab vekişiyan, û dest kir bi sepandina tehrîman bi ser rejîma Îranê de.