Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John Robert Bolton”: Dibe Tirkiye garantiyê bide ku êrîşî ser Kurdan nake

11:53 - 7 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “John Robert Bolton” ragehand ku derketina me ji Sûriyê girêdayî ye bi têkşikandina tewahî ya DAÎŞ`ê, û wergirtina garantiyê ji Tirkiyê, bona vê ku êrîşî ser Kurdan neke.

“John Robert Bolton” şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê ragehandiye ku derketina Amerîkayê ji Sûriyê, di pêvajoyeke hêdî de, wê bi rê ve here. Ew yek jî girêdayî ye bi têkşikandina tewahî ya DAÎŞ`ê û wergirtina garantiyê ji Tirkiyê, bona vê ku êrîşî ser Kurdan neke.

 “John Robert Bolton” ragehand ku helwesta Amerîkayê ew e ku Tirkiye nabe Kurdan bikuje, û derketina hêzên Amerîkayî, bi bê lihevkirinek li ser Kurdan rû nade.

Navbirî ku serdana Îsraîlê kiribû, di civînekê de digel balyozê Amerîkayê li Urşelîmê de ragehand: Helwesta Trump serkomarê Amerîkayê derheq vekişandina derve ya hêzên Amerîkayî, piştî serkevtina bi ser DAÎŞ`ê de, tenê bi gihîştina bi garantiyên parastina Kurdan ji Tirkiyê wê cîbicî be.

Di hemberî van gotinên “John Robert Bolton” de, berdevkê serkomarê Amerîkayê Îbrahîm Kalin jî ragehand ku Tirkiye vê îdi`ayê ret dike ku gotina Tirkiye dixwaze êrîşî ser Kurdan bike, û ew yek nerast e. Belku Tirkiye tenê DAÎŞ, PKK, û YPG`ê dike armanc.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku ew gotinên rayedarên Tirkiyê jî nerast in ku ew tenê êrîşî ser YPG`ê û DAÎŞ`ê û PKK dikin, belku ew êrîş li dijî Rojavay Kurdistanê ye, û mînaka herî berçav jî Efrîn e, ku piştî êrîşê niha Tirkiye mijûlî guherîna demografiya Efrînê ye, û amade nîne jê vekêşe.

Herweha daxwaza herî serekî ya Kurdên Rojavaya Kurdistanê ji civaka navdewletî ew e ku li hemberî teknolojiya Tirkiyê ya pêşkevtî tenê esmanê Rojavaya Kurdistanê biparêzin, û bikin herêma dijefirîn, wê demê ewê bikarin le hemberî êrîşên Tirkiyê ber xwe bidin û wan rastî têkşikanê bikin.

Her di vê rastayê de li parlementoya Almanyayê de jî behsa diyarîkirina esmanê Rojavaya Kurdistanê wekî herêmeke dijefirîn hatiye holê, lê civaka navdewletî heya niha li ser vê yekê li hev nekirine.