Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jonathan Cohen: Dibe Îran piştevanîkirin ji Husiyên terorîst yên Yemenê re dawî pê bîne

12:20 - 16 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê Amerîkayê di Şêvra Ewlehiyê a Navneteweyî de, daxwaz ji rejîma Îranê kir da ku, dawiyê bi kiryarên terorîstî û piştevanîkirin ji Husiyên terorîst yên Yemenê re bîne.

Roja Çarşemî 25`ê Banemara 1398`an nûnerê Amerîkayê yê di Şêvra Ewlehiyê li saziya navneteweyî de “Jonathan Cohen” bi weşana peyamekê daxwaz ji Îranê kir, da ku, ji dana alavên şer û balafirên bê Pîlot ji Husiyên terorîst yên Yemenê re, dawiyê pê bîne.

Ew daxuyaniya ku ji aliyê nûnerê Amerîkayê ve hatibû weşandin, “Jonathan Cohen” li berdewamiya axavtinên xwe di Şêvra Ewlehî de got, herçavan ku agehdarin di meha borî de di berdewamiya civînên bihêzkirina baykutên  Saziya Navneteweyî  yên ku hate pejirand, Husiyên terorîst yên Yemenê ew qas bihêz nîne ku bikare alavên mûşekî û balafirên bê pîlot çê bike, lê, hemû ew çekane ji aliyê Îranê ve têne çêkirin.

Herwisa “Jonathan Cohen” da xuyakirin, dema me ji rejîma Îranê re got, çavaye ku çekên çêkirî yê we di Yemenê de tên xuiyakirin, lê, rayedarên Îranê, tu şiroveke wisa ji me re nedan, şandin û derbaskirina çek û teqemenî ji aliyê rejîma Îranê ve bo Yemenê, ne tenê binpêkirina biryarnameya Şêvra Ewlehiyê bûye, belkû şerê Yemênê jî her wekî  berê berdewam kiriye.