Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kak Enwerxan bi axê hate spartin

12:03 - 16 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Merasima bi axê spartin û sersaxiyê ya têkoşerê mêjîn û endamê PDKÎ Enwerxan li welatê Norwêjê de bi rê ve çû.

Roja Înê 23`ê Sermawezê di merasimeke bicoş de, termê Xwedêjêrazî Kak Enwerxan Sultanpenah, endamê mêjîn ê PDKÎ, helbestvan û nivîskarê Kurd di nava girseya xizm û kesûkar, û hevalên hizbî, dost û hevalan, hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanî, û Kurdên rûniştiyê Osloyê û derdora wê demjimêr 14`ê paşnîvro li bajarê Lîlestromê bi axê hate spartin.

 Piştre li demjimêr 16-20`ê heman rojê, merasima pirse û sersaxiyê ya navbirî bi awayekî bicoş bi rê ve çû, ku çendîn beş û mijar hebûn li ser kesayetiya Enwerxanê siyasî û edîb.

Di vê merasimê de çendîn helbest û pexşan hatin xwendin.

Çendîn peyamên hevxemiyê bo merasimê hatibûn şandin ku evên jêr bûn:

-Peyama Rêkxistina PDKÎ

-Peyama Komîteya Giştî ya PDKÎ

-Peyama malbata xwedêjêrazî kak Enwerxan

-Peyamên çendîn hizb û alî û kesayetiyên siyasî