Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kanadayê derheq mafê mirov di Îranê de, biryarnameyek amade kiriye

11:43 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hikûmeta Kanadayê derheq rewşa xirab a mafê mirovan ku ji aliyê rêjîma Îranê ve tê  binpêkirin, biryarnameyek amade kiriye, da ku digel xwe bo Saziya NY bibe.

Di vê biryarnameyê de, hikûmeta Kanadayê, bas ji rewşa xirab a neteweyên bin dest û kêmaniyên mesebî,  mafê jinan û herwiha destbiserkirin û bidarvekirina, çalakvanên siyasî ji aliyê rêjîma Îranê ve dike.

zêdeyî ji 40 saziyên berevankar yên di warê mafê mirovan de, piştgîrî dane biryarnameya Kanadayê,  ya derheq rewşa  xirab ya mafê mirovan di Îranê de.

Xalên girîng  yên ku,  biryarnameya Kanadayê pêk tînên wiha ne:  Destibserkirin û sepandina cezayê giran bi ser kesên ku, rêjîm wan bi soça şer li dijî Xodê, (muharib, mofsidê fîlerz), sîxoriya byîanyan di Îranê de, têkdana ewlehiya neteweyî, cudahyîxwaz û piropagende li dijî nizamê ne.

Di biryarnameya Kanadayê de, herwiha bas ji tepeserkirin û bê parbûna neteweyên din yên wekî, Kurd, Ereb, Beloç, Turkemen û Azerî, ji mafê xwe di Îranê de dike.

Bona piştgîrî dana bi wê helwêst û biryarnameya Kanadayê, zêdeyî ji 40 sazî û rêkxistinên berevankar yên mafê mirov, daxwaz kirine, û hêvî xwastine ku ev biryarnameya Kanadayê di Civata Ewlehiya Rêkxistina NY de jî, bê  pejrand in, da ku givaşan bixîne bo ser rêjîma Îranê,  û neçar bikin ,dev ji vê binpêkarinên mafê mirovan berde.