Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kanadayê dest danî li ser drayiya Îranê

12:01 - 13 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Dewleta Kanadayê dest dana ser nêzî 30 milyon dolar darayiya Îranê, û dadgehê hikmê firotina wî darayiyê pejirand.

Pêka websayta “Global News” ku daye zanîn, belgeyên dadgeha bilind a Ontariyo a  Dewleta Kanadayê nîşan dide ku, ew dosiya kiryarar terorîstî a berê ku girûpên terorîst ên ser bi rejîma Îranê encam dabûn. Daoza malbatên wan qurbaniyan hatiye girêdan, û dadgeh bi sedema xisareta wan qurbaniyan, hikma firotina parek li darayiya rejîma Îranê pejirandiye.

Ev darayiya ku hatiye firotin, malên “Naneda Çandî a Îranê” di “Otawa” ya paytexta Kanadayê de, bi nirxa 26 û nîm milyon dolar, “Navenda Lêkolîna Îrannasî” di bajarê Toronto de nêzî 1 milyon û 850 hezar dolarî, û herwisa nêzî 2 milyon û 600 hezar dolar darayiya bankî a Îranê û du tiromobêlên Toyota û Mezda, dest bi serda girtine.

Her di vê pêwendiyê de, di Xakelêweya Îsal de, dadgehekî di eyaleta Albirta ya Kandayê hikmek li dijî rejîma Îranê pejirand ku, bi sedema rûdana 11`ê Septamberê di Amerîkayê de, wî welatî îzin daye ku darayîya Îranê di wî welatî de wekî xisarê zeft bikin.