Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kargeha balafirên bêpîlot yên rejîma Îranê hate jinavbirin

18:03 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Hevalbendiya Erebî, piştî  vê ku kargeha dirustkirina balafirên bêpîlot yên rejîma Îranê di Yemenê de peyda kiriye, ew ji nav biriye.

Serheng “Turki Al -Malki” Berdevkê fermî yê Hevalbnediya Erebî di Yemenê de, nûçeya jinavbirina kargeheke rejîma Îranê ku li wir balafirên bêpîlot dirust dikirin piştrast kir.

Li gora rapora nûçegihaniya “Al-Arabiya”, roja Duşemî 7`ê Cozerdanê, “Turki Al-Malki” di civîneke rojnamevanî de ragehand ku: Milîşên Husî yên girêdaiyî  rejma Îranê ji riya mifahwergirtin ji balafirên bêpîlot yên rejîma Îranê, hewla êrîşkirin bo ser balafirxaneya “Ebha” ya di başûrê Erebistanê de dabûn , ku ji aliyê hêzên Hevalbendiya Erebî ve hat jinavbirin.

 Herwiha navbirî di vê derheqê de daye xuiyakirin ku, hêzên Hevalbendiya Erebî şiyane kargeha dirustkirina balafirên bêpîlot yên bi navê “Ebabîl” ya Îranê peyda bike, û jinav bibin.

Milîşên Husî yên Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve, li dijî dewleta fermî a Yemen û Erebistanê bi hemû rengî têne alîkarî û çekdarkirin.