Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Katalonyayê serbixweyiya xwe ragehand

14:49 - 28 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Roja Înê 70 endamên parlementoya Katalonyayê dengê “Erê” dane serxwebûna herêma Katalonyayê, û tenê 10 dengê “Na” hebûn.

Serbarê vê ku dewleta Îspanyayê dijayetî digel birêvebirina referandomê kiribû, lê deshilatdarên herêma xwebirêveber ya Katalonyayê pêdagirî li ser referandomê kirin û roja 9`ê Rezberê referandom di herêma xwe de bi rê ve birin. Di wê referandomê de ku %43 ji wan kesên ku mafê dengdanê hebûn beşdarî kirin, %90 ji wan dengê “Erê” dane serbixweyiyê.

Niha hêzên polîsê Îspanyayê avahiya Wezareta Navxwe li Katalonyayê dorpêç kirine, û Dadgeha Yasaya Bingehîn jî sê roj derfet daye Katalonyayê ku ragehandina serxwebûnê hilweşîne.

Berdevkê serdozgeriya Îspanyayê jî ragehandiye ku ewê dozê li dijî serokê Herêma katalonyayê bi tohmeta serhildanê vekin.

Ragehandina serxwebûnê di demekê de bi rê ve çû, ku welatên Firansa, Îngilîs, Alman, Amerîka û serokê Komîsyojna Ewropayê ragehand ku ew serxwebûna wê herêmê bi fermî nas nakin.

Îspanyayê di sala 2006`an de, hinek deshilat dane herêma Katalonyayê, û xelkê wir jî wekî “netewe” bi nav kir, lê xelkê wir, ser vê baweriyê ne ku serbarê vê ku herêma wan, xwediyê %20 a berhemanîna nexalis a navxweyî ye, û beşa herî dewlemend ya Îspanyayê di warê pîşesaziyên wekî pîşesaziya hesin, xûrak, dermanan û pîşesaziya kîmyayî ye,û di biyavê torîsmê de jî dahateke baş heye, lê hikûmeta Îpanyayê heqê wan nadê,û wan diçewsîne.

Di sala 2014`an de referandomek ji bo serxwebûnê di herêma Katalonyayê de bi rê ve çû, ku rêberên vê herêmê, ew referandom wekî rapirsiyeke nefermî bi nav kirin, wê demê tenê 1 li ser 3 ji wan kesên ku mafê dengdanê hebûn, tê de beşdarî kirin, û %80 ji beşdaran dengê “Erê” dane serxwebûna Katalonyayê. Di hilbijartina parlemanî ya sala 2015`an de jî,partiyên cudahîxwaz %48 a dengan di hemberî partiyên alîgirê Hikûmetê de bi dest xistin.