Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kehrîzek wê bibe cihê mu`itadan

12:47 - 9 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Fermandê Hêza Întizamî ya Tehranê ragehand ku ew amadekariyan dikin ku girtîgeha Kehrîzekê bikin cihê ragirtina mu`itadan.

Fermandê Hêza Întizamî ya Tehranê ragehandiye ku, jiber vê ku li ser şeqaman gellek mu`itad berçav dikevin, û ew mu`itad bûne cihê nîgeraniya xelkê, û gellek karên xirab û heta diziyê jî dikin, dibe em wan bibin cihekî li derveyê bajar.

Fermandê Hêza Întizamî ya Tehranê herweha ragehandiye ku herçend ew dikarin di demeke kêm de wan mu`itadan kom bikin, û li ser şeqaman nehêlin, lê kêşe cihê ragirtina wan û şêweya xwedîkirin û perwerdeya wan e, ku ew yek zehmet e.

 Navbirî di dawiyê de bas ji vê kir ku fermandê giştî ê Hêza Întizamî piştî çendîn kombûnan ragehand ku gortîgeha Kehrîzekê piştî amadesaziyê hewce wê bibe cihek bo perwerdekirina mu`itadan, da ku beşek ji kêşeyên me çareser bin.

helbet navbirî negot ku ew hemû mu`itad di encama siaysetên wan ên şaş de çê bûne. Wî negot ku ew bixwe sebebkarê belavkirina maddeyên hişber di nav xelkê de, û mu`itadkirina wan bûne, bona vê ku ciwanên welat bedela rexnekirina siyasetên wan ên şaş tenê û tenê di hizra peydakirina libeke maddeyên hişber de bin.

Hêjayî basê ye ku sala 2009`an, ew kesên ku li Tehranê di xwepêşandanên hilbijartinên serkomariya Îranê de hatibûn girtin, di girtîgeha Kehrîzekê de rastî îşkence, lêdan û destdirêjiya cinsî hatibûn. Di wê girtîgehê de çendîn kes mirin,  û gelek kes jî seqet û nivîşkan bûn.