Kurdistanmedia: Kesayetiyeke navdar û xoştewiyê xelkê li herêma Biradosta ser bi Bajarê Urmiyê koça dawî kir.
Roja Êkşemiyê 28`ê Meha Rezberê, Seyîd Ezîz Elewî, xelkê Kuranê, ser bi bajarê Urmiyê bi hegera kalî û zêde bûna temen koça dawî kir û çu ber rehma Xudê.
Seyîd Ezîz kesekî Xoşvanê xelkê Deverê û bi giştî Urmiyê bû.
Navbirî kesekî Edîb û Rewşenbîr bû.
Seyîd Ezîz bi hegera navdariya malbata xwe, hertim cihê hitbara xelkê deverê bû.
Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê, bi boneya koça dawiyê ye wî kesayetiyê xoşnav û navdare Urmiyê serexweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên rêzdare Elewî dike û xwe li xema wanda beşdar dizane.
Riha wî şad û cihê wî Cineet be.