Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî yê bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

17:02 - 20 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Mela Kerem Tûsen kesayetiyê naskirî yê bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, Mela Kerem Tûsen kesayetiyê naskirî yê herêmê û akinciyê gundê Qişlaqê roja Yekşemiyê 26ê Xermananê koça dawiyê kir.

Termê Mela Kerem Tûsen di nava hewza ava baxçê wî de hate dîtin, û heya niha jî bi dirustî nehatiye zanîn ku sedema mirina navbirî çi bûye. Lewra jî termê navbirî ji bo pizişkê yasayî hate şandin.

Navbirî kesayetiyekî xweşnav û naskirî ê navçê bû.

Herwisa kurekî Mela Kerem Tûsen bi navê Ebdulxaliq ji aliyê rejîmê ve hatiye îdamkirin.

Herwisa hewce ye ku bê gotin ku navbirî kesekî welatparêz û hizbdost bû, lewra xelkekî zaf di bi axê spartina termî wî de beşdarî kiribûn.

PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kes û karê navbirî, û xwe bi şirîkê xema wan dizane.