Kurdistanmedia: “Ferzinde Nebîzade” kesayetiyê navûdeng û naskirî li bajarê Urmiyê, li temenê 83 saliyê de, çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 21`ê Xezelwera 1397`an (12`ê Çiriya Paşîn) xwedêjêrazî, “Ferzindê Nebîzade”, kesayetiyê naskirî yê xelkê devera “Dolê” a girêdayî bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.
“Ferzende Nebîzade”, kurê “Mihemed” jidayîkbûyê sala 1314`an, û xelkê gundê “Delu” a girêdayî devera “Dolê”, a ser bi bajarê Urmiyê, ku di heyama şerê hatî sepandin bi ser Kurdistanê de, li dijî dagîrkarên Kurdistanê, çek hilgirtibû, û di dema “ Rasan”ê de jî, alîkariya pêşmergeyên Partiya Demokrat kiribû.
Termê navbirî roja piştir e, di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbata xwedêjêrazî “Ferzinde Nebîzade” , û xelkê bajarê Urmiyê, û xwe şirîkê vê xema van dizane.