Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştemanperwer yê Urmiyê wefat kir

15:39 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Mela Siracedîn Ehmed Weş mamostê olî yê nîştemanperwr ê Kurd li Mirgewer a bajarê Urmiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Sêşemî bervara 1’ê Tîrmeha 2014’an de, mamostayekî olî û nîştemanperwer ê Kurd bi navê “Mela Siracedîn Ehmed Weş” di gundê Keçele ya ser bi herêma Mirgewer a bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Mela Siracedîn Ehmed Weş weke mamostayekî olî ê nîştemanperwer, hertim dost û piştîwanê xebatkarên şoreşa Kurdistanê bûye û çendîn caran bo pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nan biriye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karê “Mela Siracedîn Ehmed Weş” dike û xwe di xem û pejaran wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad