Kurdistanmedia: Kesayetiyê nîştimanperwer yê xelkê bajarê Urmiyê, û birayê şehîdê sorxelat yê Partiya Demokrat çû ber rehmetê.
Li gorî gotina nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rêkefta 9`ê Xezelwera 1397`an, xwedêjêrazî “Eşqî Se`îdî” kurê “Elîriza” xelkê gundê Gêçê” a girêdayî devera Somayê, çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî “Eşqî Se`îdî” yek ji kesayetiyên nîştimaniperwer û demokratperwer yê devera Somayê, û birayê şehîd “Heqî Se`îdî” şehîdê, PDKÎ bû ku di sala 1362`an (1983`an) li şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê, li gundê “Gêçê” a ser bi bajarê Urmiyê, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûye.
Hevdem biraziyekî navbirî, yê bi navê “Erkan Se`îdî” du salan berî niha di dema bicihanîn erkên hizbî de, digel pêşmergeyên PDKÎ, li devera Somayê, rastî boseya hêzên dijîgelî yên rejîma Îranê dibe û şehîd dibe.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.