Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer di devera “Çomî Mecîdxan” de koça dawî kir

20:48 - 29 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Mam Firamerz Aramêş kesayetiyê nîştimanperwer û hezkiriyê xelkê devera Çûmî Mecîdxan di temenê 72 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, di roja Yekşemî 7`ê Xezelwera 1396`an, Mam Firamerz Aramêş di malbateke pêşmergeperwer û naskirî bi malbata Elî Firamerz, bira û mamê şehîdên weke şehîd Kerîm Aramêş û Silêman Aramêş, ku di şerê sepandî ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve, şerefa endamebûna PDKÎ hebû, û bi awayên eşkere û veşartî xizmeta tevgera neteweyî- Demokratîk a gelê xwe dikir, di temenê 72 saliyê de bi sedema nexweşiyê di bajarê Bokanê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora vê nûçeyê Firamez Aramêş di nav girseya xelkê deverê û xizm û kes û karên xwe de, li gundê Esgerabad a ser bi bajarê Bokanê de, bi axa pîroz a nîtşimanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata serbilind a Aramêş û xelkê deverê, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.