Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştîmanperwer koça dawiyê kir

18:12 - 23 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî dilsoj û nîştîmanperwer yê xelkê bajarê Neqede, çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîhştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî, 1`ê Pûşpera 1398`an, kesayetiyekî dilsoj û nîştîmanperwer bi navê “ Hemze Neşcet” ( Bexşîdî), kurê Rehîm, xelkê gundê Şawele a girêdayî bajarê Neqedeyê, çû ber dilovaniya xwe.

Hemze di malbatek nîştîmanperwer de jidayîk bûye û di despêka şoreşa gelên Îranê de, endamê Hêza berevaniya neteweyî û dost û hevalê emeknasê PDKÎ û hêza Pêşmergê Kurdistanê bûye.

Li gundê “Şawele” ku çendîn binke û bargehên Hizba Demokrat li wir bûn, Hemze tim bi dil  û can, alîkariya Pêşmergan dikir.

Navbirî kesek cihê baweriyê di nav Pêşmergên hêza Qendîl û hêza Efşîn de bû.

 Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şerîkê vê xema van dizane.