Kurdistanmedia: Yek ji kesayetiyên nîştimanperwer yê bajarê Urmiyê ku hertim mala wî cihê hêsana pêşmerge bû, koça dawiyê kir.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê “Hemîd Qasimî” kesayetiyekî nîştimanperwer û naskirî yê bajarê Urmiyê, xelkê gundê “Banî”a ser bi devera “Geliyê Berdereş” di nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê de çû ber dilovaniya xwe.
Kekê “Hemîd” li sala 1322`an ji dayik bû û di temenê 77 saliyê de koça dawiyê kir.
Navbirî kesek bû ku malûhalê wî hertim cihê bêhnvedana pêşmerge bû, bi hemû awayekî alîkariya pêşmerge dikir, û heya dawiya jiyana xwe her piştevanê Hêza Pêşmerge bû.
Ew ji aliyê xelkê dever û şorişvanan ve cihê bawerê bû.
Termê navbirî bi beşdariya xelkeke zor yên bajarê Urmiyê li gundê “Banî” ser bi devera “Geliyê Berdereş” bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.