Kurdistanmedia: Kesayetiyê nîştimanperwer û birayê şehîdekî sorxelat yê PDKÎ li bajarê Urmiyê çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkefta 6`ê Rezbera 1397`an, xwedêjêrazî “Kerem Aqazade” kurê “Elî” xelkê gundê Tendrûk” a girêdayî devera Enzel a ser bi bajarê Urmiyê, çû ser dilovaniya xwe.
Navbirî kesayetiyekî nîştimanperwer û hizb dost bû, û yek ji wan kesan bû ku di heyamên çûnûhatina pêşmergeyan bo deverê, bi awayê berdewam alîkariya tîmên pêşmergeyan dikir, û wekî kesekî dilsozê hizbê erka hizbî a xwe cîbicî dikir.
Birayê navbirî yê bi navê “Heyder Aqazade” yek ji pêşmergeyên qehreman yê PDKÎ bû, û dema ku şehîd dibe, rejîma hov û cinayetkar a Axûndî, termê wî di nav gundande li pey tiromibîlên xwe radikêşîne, û bêrêziyeke zêde li termê pîroz yê wî şehîdê Kurdistanê dike.
Xwedêjêrazî tevî çendîn caran ku digel bavê xwe bi sedema alîkarîkirina digel PDKÎ, hatibû destibserkirin û îşkencekirin, lê tu demî xwe bo rejîma xwenrêj a Îranê necemand in.
Termê navbirî her di vê rojê de, û di nav girseya xelkê deverê de bi axê tê spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.