Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer yê bajarê Pîranşarê çû ser dilovaniya xwe

15:28 - 6 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Mam “Ebdullah Bîcad” kesayetiyê nîştimanperwer û xelkê bajarê Pîranşarê çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 15`ê Rêbendanê 1396`an, Mam “Ebdullah Bîcad” kurê “Ehmed”, xelkê gundê “Mêşedê a Xwarê”, girêday devera “Nêllên” a ser bi bajarê Pîranşarê di temenê 80 saliyê de, çû ser dilovaniya xwe.

Mam Ebdullah di salên 46-47`an de, weke kesekî xebatkar tevlî refên şoreşê bibû û her bi sebebê alîkarîkirin digel şehîd “Mirad Şîrêj” 5 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Piştî serkevtin şoreşa gelên Îranê, û destpêkirina xebata eşkere ya PDKÎ, mam Ebdullah bi awayê dilsojane alîkariya hêzên pêşmerge dikir.

Mala navbirî cihê bêhnvedana pêşmerge bû.
Termê mam Ebdullah di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.