Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keyhan kelhûr xelata “Womekisê” bi dest xist

11:58 - 9 Tebax 2019

Kurdistanmedia: “keyhan Kelhûr” muzîksaz û hûnermendê Kurdê, xelata (womex) di asata cîhanê de bi dest xist.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Nozdemîn xelata cîhanî a muzîk a bi navê “Womekis” (Womex) bi “keyhan Kelhûr” muzîksaz û hûnermend, û zenyarê kemançe û sêtar ê Kurdê û xelkê bajarê Kêrmaşanê re hate dan.

Ew xelate li roja 5`ê Xezelwera 1398`an (27`ê Çiriya Pêşîn a 2019`an), hevdem di merasima 25`emîn salroja avabûna “Womekis” (Womex) li welatê Finlandê de bi “Keyhan Kelhûr” re tê dan.

Xelata “Womekis” ku wekîm xelata cîhanî a “Êkspo” hatiye naskirin, di sala 1999`an de hatiye avakirin, ew xelate bo rêzgirtin li kesên yekim ê muzîka cîhanê di asta navneteweyî de û girîngî dan bi muzîk, her sal di 5`ê Xezelwerê (27`ê Çiriya Pêşîn) de, û hevdem digel salroja avabûna “Womeksê”, xelat bi kesekê re ku şiyana wê xelatê ye tê dan.

“Keyhan Kelhûr” muzîksaz û hûnermend û zenyarê kemançe, Sêtar û tenbûr, ê Kurdê ê xelkê bajarê Kirmaşanê ye.