Kurdistanmedia: Bi merema pêşvebirina kiltûra Kurdî di Xurasana Bakûrî de killinga destpêka çêkirina pirtûkxwane û mûzexwane li erdê hate xistin.
Roja Înê 4`ê Gelawêjê, “Helîme Teqîzade” hevjîna “Kelîmûlah Tewehûdî” li merasimekî ku bi amadebûna piraniya çalakvanên kiltûrî yên Kurd hate lidarxistin, û Kilinga destpêka çêkirina pirtûkxwane û mûzexwane li erdê hate xist.
“Kelîmûlah Tewehûdî” di salên derbasbûyî de, bi xirkirina sedan ji belgeyên dîrokî û kevnarên dîrokî û sedan tiştin din ên kevin yên ku pêwendî bi Kurdên Xurasanê ve heye, hewla parastina wan tiştên dîrokî daye.
Navbirî yekim kese bû ku destavêtiye bi nivîsîna dîrok û kiltûra Kurdên Xurasanê.
Girîngtirîn berhema wî, pirtûkek di heft bergan de, a bi navê "Koça Dîrokî a Kurdan di Xurasanê de” ye.
Kurdên Xurasanê ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî tûnd têne tepesekirin, û rejîm ji hemû rêyekê ve cehda asmîlekirina wan dide.