Kurdistanmedi: Li bajarê” Pawe” a Parêzgeha Kirmaşanê de, çend kesên nenaskirî êrişî kirne ser çend kirê girtiyên rêjîma Îranê.
Li gorî nûçeya gihîştî malpera “ Kurdistanmedia”ê, 19`ê Rezberê, girûpekî nenaskirî li bajarokê” Banewrêya Îmamî” , girêdayê dewra “ Bayingan”a bajarê Pawê, êriş kirne ser çend kirêgirtiyên rejîmê.
Ew girûpa nenaskirî, 2 kirêgirtiyên rêjîmê bi navên” Bayer Mehdewî” û kurê wî bi navê “ Bêhrûz Mehdewî”, ciza dane.
Ew 2 kirêgirtî, sîxurê rejîmêne.
Di vê êrişê de, 2 Maşîn ên ji curê Prado, hatine şevitandinê û zererek zaf lêdane.
Her di vê derheqê de, çend roje ku xelkê gundên E`şayirî Îmamî, dixwestin ku ji dewrên germ wegerine gundên xwe, lê ji aliyê Sipaha Pasdaran ve, pêşiya wan hatiye girtinê.
Xelkê E`şayirî Îmamî, serdana bexşdariya Bayingan û fermandariya bajarê” Ciwanro”yê kirine û heya niha, îzna wan nedane ku wegerine gundên xwe.