Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîna petrola Îranê kêmkiriye

17:24 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kirîna nefta Îranê  ji aliyê welatên byanî, bi qasî 90 hezar bermîlî di rojê de kêmkiriye.

Li gorî raporta roja Çarşemî ya saziya neteweyî a enirjî ya henardekirina  neft û enrijya Îranê, di  heyama Çiriya Paşîn de,henardekirina nefta Îranê, bi qasî 90 hezar bermîlî di rojê de kêm kiriye.

Her di vê pêwendiyê de jî , nûçegihaniya “SputLink” ê raportek di vê derheê de belavkiriye ku, pêka zanyariyên Ajansa navneteweyî ya enirijyê, henardekirina petola Îranê di heyama Çiriya Paşîn de, 1.8 milyon bermîl, di rojê de bi qasî 90 berimîlî kêmkiriye.

Li gorî raporta saziya navnteweyî ya enrjiyê, niha henardekirina petrola  Îranê, bo welatê “China” , gihîştiye 820 hezar bermîlî.

 Herwisa welatên wekî, Koreya Başûr, “Japon” û “Firansayê”, asta kirîna petrolê, ji Îranê gihştandine bo asta herî kêm.

Di 5`ê Çiriya Paşîn de, dewra duyem ya dorpêçên aborî yên Amerîkayê, li dijî kirîna petrola Îranê hatine îlankirin, lê, “Washington”ê  bi awayê demkî ji 8 welatên  cîhanê re îzin daye, bo kirîna petrol Îranê.