Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirmaşan bi siloganên “Bijî Pêşmerge” derketin ser şeqaman

15:07 - 2 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hevdem digel berfirehbûna meşên nerazîbûnê yên gelên Îranê li dijî rejîma faşîstî ya Îranê, hemwelatiyên bajarê Kirmaşanê bi siloganên “bijî Kurdistan” û “bijî pêşmerge” meşên nerazîbûnê lidarxisitin.

Li gora nûçeyên gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, di doma nerazîbûnan li bajarê Kirmaşanê de, ciwanên Kurd bi qîrîna siloganên şoreşgerî weke “bijî Kurdistan”, “bijî Pêşmerge” û “Kurdistan yek ware, Kirmaşan rojhilate”, li dijî siyasetên dijî mirovî yên rejîma Îslamî a Îranê, dirêjî bi meşên nerazîbûnên xwe xwe dan. pêka hin dîmenên vîdyoyî ku di torên civakî de hatine belav kirin , hemwelatiyên bajarê Kirmaşanê, êrîş birine ser binkeyên hêzên terorîstî yên rejîmê li devera “Nubeharê” û şevitandin.

Meşên nerazîbûnê li seranserî Îranê de eva 5 roj in ku didom in, û hêzên leşkerî û tepeserkar ên rejîmê di her nuqteyî de cihgîr bûne û rewşeke awarte li piraniya bajaran de cihgîr kirine.

Şahîdhalan dane zanîn ku rejîma Îsalmî hin kes bi tometa kuştin û qetilkirinê binçav kirine daku asta serkut û cinayetên xwe li dijî hemwelatiyên nerazî û xwenîşander xurt û berfirehtir bike.

Herwiha li gora nûçeyan, di bajarê Sine de, hêzên Sipaha terorîstî a Pasdaran bi avêtina gaza rundikrêj hewil dane ku meşên nerazîbûna hemwelatiyan bi dawî bînin. Hemwelatî di taxên cur bi cur yên bajarê Sine de weke şeqama “6 a Behmen û Çarriya Jandarmêrî” de, meşên nerazîbûnê lidarxisitbûn û siloganên “mirin ji bo dîktator” qîriyabûn.

Hêjayî gotinê ye ku di doma reşandina gulleyên rasterast yên hêzên tepeserkare rejîmê li dijî xelkê sivîl de, çendîn hemwelatî hatine kuştin û birîndarkirin.