Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya dayîka şehîdekî PDKÎ

14:01 - 3 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sine çû ber rehmetê.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî rêkefta 8`ê Xezelwera 1397`an a Zayînî, “Fatime Muhemmedî” xelkê “Kanî Soran” li devera Çem a bajarê Sine di temenê 75 saliyê de, bi sedema nexweşî û pîriyê koça dawiyê kir.

Daye Fatime Muhemmedî dayîka şehîd “Mêhyedîn Muhemmedî” pêşmergê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku di sala 1362`an a Zayînî li şerê li dijî dagîrkerên Kurdistanê de, tevlî karwanê şehîdan bû.

Termê Daye Fatime roja Pêncşemiyê bi beşdariya xelkekî berçav li gundê “Kanî Soran” li goristana Biheşta Muhemdî a bajarê Sine de bi axê hat spartin.

Hizba Demokrat a KurdistanaÎranê sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarê navbirî dike, û xwe bi hevparê xema wan dizane.