Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kok û binetarkeke rizî

14:13 - 8 Gulan 2019

Kerîm Perwîzî

Ji wê demê şûnda ku deshilata Komara Îslamî heye, di çend dewre û qonaxan de heta ser lêwa Kendal çûye, lê di dawiyê de kariye bi firt û fêlan û xwehilkutanê û bi erzanfiroşkirina serwet û samana welat û heya îdeolojî û baweriyên xwe jî! xwe ji herifînê derbaz kiriye.

Yekem car di dawiya şerê malwêranker ê rejîma Xomêynî û Sedam de bû ku wê demê  û di şerê bajaran de ku mûşekbarana bajarên Îran û Îraqê dihate kirin, êdî Komara Îslamî mergê xwe bi çavên xwe dît, û Xomêynî bi qewl tasa jehrê fir kire sere xwe.

Carek din piştî karesata Mîkonosê bû ku rejîma Komara Îslamî di dadgeha Mîkonosê de wekî biryraderê terora Dr. Seîd Şerefkendî ê rêberê PDKÎ hate nasîn û Xamineyî û Refsencanî û seranên rejîmê wekî tawanbarê serekî hatin nîşandan. Piştî vê bû ku Ewropayiyan pêwendiyên xwe ên bi vê rejîmê re gellek lawaz kirin, û bi neçarî Komara Îslamî terorîstên xwe ji Ewropayê vekişandin, û rêkketina bi milyardan Dolarî digel Ewropayiyan îmza kirin da ku xwe jê derbaz bikin.

Carek din jî piştî meşên sala 1388-an bû ku bi milyonan xelk rijiyabûne ser şeqamên Tehranê, êdî Xamineyî dawî demên jiyan axwe bi çavên xwe didît. Lê bona derbazbûna ji vê kirîzê di bin de digel Obama  li hev kirin û soz da wan ku ewê piroseya çêkirina çeka navikî ragirin bi vê mercê ku ew jî pişta meşvanan negrin!

Niha piştî destdirêjiyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li herêmê de û vegeşandina terorîzmê, Komara Îslamî cardin ketiye bin zexta bêreje û bêqas, û van zextên aborî û siyasî û emniyetî wisa rejîm xistine tengawiyê de, ku ne tenê biryarên xwe nikare cîbicî bike, belku her carê û li kunceke Îranê hewla dapoşîna lawazî û kêmasiyan dide, û jê re cîbicî nabin.

Niha êdî pîvaz û temate û nan û benzîn û lehî û mirîşk û hêk û …hwd rejîm hisabî xistine tengaviyê de, ku îdi`a dikir ew birêvebriya hemû cîhanê dikin!.

Niha ew rejîma di cihê dabînkirina nan ji bo xelkê û derbazkirina lehîlêdayiyan, hêza serkutkar dişîne da ku destengan bêdeng bike!

Serbarê vê bêçaretî û kêrnehatîbûna qeyranxulqînên rejîmê, berpirsên payebilind ên rejîmê jî ku dawiya deshilatê bi çavên xwe dibînin, her yek ji wan li pey hêcetekê digerin da ku hesaba xwe ji rejîmê cuda bikin, û aliyê kêm ew samanên ku talan kirine û herweha canê xwe derbz bikin.

Ew rejîma ku ketiye qedeman û rizî û rezîl bûye, û kok û binetara deshilata wê xiloxe bûye, li ser lêva Kendal li pey hejekê digere da ku destê xwe pê ve bigre, û nekeve kûrahiya dol û kendalê nemanê. Lê nirxa xwederbazkirina vê carê gellek giran e, û renge tiştek nemabe bo firotinê!.