Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê Urmiyê bi teqeya hêzên rejîmê hat kuştin

13:37 - 20 Tebax 2015

Kurdistan Media: Kolberekî kurd li deverên sînorî ên Mirgewer a Urmiyê de mijûlê kasibkariyê bû, di encama teqeya hêzên leşkirî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li gor ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êwariya roja sêşemî, 18’ê Tebaxa 2015’an, kolberekî kurd bi nave “Babaxan Ehmedweş” ê 39 salî û xelkê “Keçele” ya ser bi Urmiyê bi sedema teqeya hêzên leşkirî li deverên sînorî ên MIrgewer de jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyê daye zanîn ku ew kolberê kurd xêzandar û bavê sê zarokan e û bi armanca dabînkirina bijîva jiyana malbata xwe rû ji deverên sînorî ên Îran- Tirkiyê kiribû.

Heya belavbûna vê nûçeyê, termê ew kolberê kurd ku ji bo pizîşkiya dadweriya Urmiyê hatiye veguhastin, radestî malbata wî nehatiye kirin.

Li vê derheqê de çend rojan berî niha jî hêzên leşkirî ên rejîma Îranê li deverê sînorî ên Syranbend a bajarê Bane de teqe ji kolberekî din bi navê Emced Remezanpûr kiribûn û li encam de hatibû birîndar kirin.

Kolberî li deverên sînorî ên Kurdistana Rojhilatê de bi salan e ku bûye karekî car û riyek jib o bidestxistina bijîva jiyanê û li vê pêxemê de jî gelek ji kolberan bûne gorî û ev kar û diyardeya metirsîdar ya neçarî jî her berdewam e.

Nebûna kargeh û derfetên karî jib o bidestxistina dahatê bûye sedema daketina asta xweşbijîvî a xelkê deverê û bi neçarî rû ji wî karê metirsîdar li ser sînoran de dikin.

Heya niha tu yek ji bikojên kolberên kurd ji aliyê nawendên qezayî ve lêpirsîn bi van re nehatiye kirin û li hin haletan de jî bi çavê tawanbar ve mêzeyî kolberan dike.