Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koma hûnerî a Dîlan serkevtin bi dest xist

13:07 - 12 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Gorûpa gowenda Dîlan Li bajarê Urmiyê, di festivala navneteweyî a Ermenistanê de pileya yekim bi dest xist.

Koma govenda Dîlan Ji bajarê Ûrmiyê ve ku bona beşdarî kirin li festival a navneteweyî ya çand û govendan, bo Ermenistanê hatibû gazîkirin, bi nimayiş dana çen pareke ji govenda Kurdî, di nava 38 girûpan de, karî pileya yekim bi dest bixe.

Herwiha di wê festival de, hûnermendê dengbêj “Husên Mîlanî” jî wekî baştrîn stranbêj xelata yekim bi dest xist.

Koma Dîlan Bi hegera nîşandana govendên kevin ên Kurdî û hûnernimaya ciwaniyên xwe berdewam bo fistîvalên herêmî, seranserî ên Îranê û Kurdistanî û navneteweyî tête gazîkirin û heta niha di piraniya festîvalan de pila yekim bi dest xistiye.