Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî a Îranê bêhêz û bêhêztir dibe

18:38 - 17 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Li gora dawîn texmînên Ajansa Navneteweyî, Komara Îslamî a Îranê, di pêşerojeke nêzîk de wê tûşî rewşeke aloz bibe, û berdewam bêhêztir bibe.

Ajansên Navneteweyî ragehandine ku, berhemanîna petrola Îranê hevdem digel nêzîkbûna dema (mohleta) diyarîkirî ya dewleta Tramp, û destpêkirina dorpêçên nû, rewşa aborî û siyasî ya vî welatî tûşî pirsgirêkên micidtir dibe, bi awayekî ku rejîma Tehranê heta ji bo dabînkirina hewcehiyên navxweyî yên xwe jî wê bêçare bimîne.

Ajansa “Îran Xeber” di raporeke xwe de di vê derheqê de îşare bi vê kiriye ku, anîna petrola xaw ya Îranê ji bo “Kureya Başûr” ji 1 milyon û 200 hezar bermîlî ve  bo 180 hezar bermîlî kêm kiriye.

Herwisa nûçegihaniya “Rouyters”ê jî di raporeke xwe de îşare bi vê kiriye ku, anîna petrola xaw ya Îranê di mehên bê de wê  kêmkirineke berçav bi xwe ve bibîne, çimku piraniya kiryarên petrola Îranê bi sebeba dorpêçên Amerîkayê êdî amade nabin vê metirsiya mezin qebûl bikin, li gora vê raporê ne tenê kiryar, belku kompaniyayên bîme, û bazerganiyên navneteweyî jî êdî  metirsiya kirîn û firotina digel Îranê qebûl nakin.

Ji aliyekî din ve, belavoka “Bloomberg”ê di raporeke xwe de îşare bi vê kiriye ku, li gora dawîn datayên belavbûyî yên di heyama du hefteyên yekem yên meha Hezîranê de, asta şandina petrola Îranê li %16 kêm kiriye, û dorpêçên nû hindeke din jî wê asta şandina petrol Îranê kêm bike.

Ev pirsa ji ber vê gellek girîng e ku çavkaniyên serekî yên dahata Îranê pêk tê ji firotina petrolê û berhemên petrolê, û bi berçavgirtina vê rastiyê ku kêm welat amade dibin riska pêwendiyên digel Îranê li hemberî dorpêçên Amerîkayê de qebûl bikin, berjewendiya şêlû ya rewşa aborî û siyasî ya Îranê zêdetir derdikeve.