Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî berev daşikanê

21:45 - 7 Îlon 2017

Mistefa Hicrî

Siyaseta Komara Îslamî her ji destpêka avabûnê ve şandina şoreşê bo derve bûye, ku ew jî tê wateya zêdexwaziyê, û di hemû vê heyamê de vê rejîmê kar kiriye bo pêşvebirina vê siyasetê, û di gellek biyavan de jî serkevtî bûye, û ew serkevtin jî hemû li ber vê nebûye ku avaker û birêveberên wê kesên gellek şareza û hilkevtî û bêhempa bûne, belkû gellek zêdetir li ber hinek valahiyan, di van navçeyan û mifahwergirtina ji wan betaliyan bo berjewendiya xwe bûye. Rûxandina hikûmeta Taliban di Efxanistanê ji aliyê Amerîkayê ve, rûxana hikûmeta Be`is li Bexdayê wekî du dijminên bihêz ên Îranê di navçeyê de, û xwedûrkirina Eebistanê ji destêwerdana di Îraqê de, û bicihhêlana wê bo Îranê, piştî êrîşa Sedam bo ser Kowêytê, û lawaziya hikûmeta navendî ya Sûriyê, û meydandariya wan di şerê li Sûriye û Îraqê, û pêkhatina van valahiyan bû ku ew derfet bo rejîmê pêk anîn, ku bixwe hewlek bo pêkanîna van derfetan dabe, û ji hemiyan girîngtir siyaseta derve ya Amerîkayê di dema serokatiya Obama bi taybetî di heyama çar salên dewra duyem de, bi pêşgirtina siyaseta sazana digel rejîmê, û gihandina encamê ya gotûbêjan ya welatên 5+1 bi vê hêviyê ku ew siyaset dibe sedema guherîna siyaseta rejîmê, û Îranê ji vê siyasetê gellek mifah wergirt, û deshilat û nifûza xwe di vê navçeyê de zêde kir.

Lê di şeş mehên dawiyê de, û piştî ku “Trump” hate ser kar, guherîneke kûr di siyaseta Amerîka û welatên navçeyê de li dijî berjewendî û pêşrewiyên Komara Îslamî pêk hat, ku bû sedema aloizbûna xewnên rejîmê.

Ew guherînên kûr çi ne?

Yekem: Guherîn di siyaseta Amerîkayê ên niha de, pêk tê ji guherîna siyaseta rejîmê li serdema Obama, berev guherîna rejîmê li serdema “Trump” de.

Herçend dariştina siyaseta Amerîkayê derheq bi Îranê biryar e di dawiya vê sala zayînî de tewaw be, lê ji niha ve em dikarin bêjin ku siyaseta nû li ser guherîna rejîmê yan aliyê kêm, li ser daketina rejîmê ji serberedayiyên xwe di navçê û çavdêrîkirina tund dadirêje.

Niha Bercam (1) astengek e li ser riya zextxistina zêdetir ya Amerîkayê li dijî Îranê, ji ber ku heya niha Ajansa Etomî ragehandiye ku Îran, bi rêkevtinê pêbend bûye, Amerîka di vê rewşê de, naxwaze ku ji aliyê xwe ve became hiloşîne, li ber alîkariyên Ewropî, lewra dixwazin ku Îran li jêr zexta zor de, bixwe rêkevtinê hilweşîne. Bo vê mebestê zexta li ser Îranê roj bi roj zêdetir dibe, û Bab Kurkir serokê Komîteya Pêwendiyên Derve a SINA`yê dibêje ku: Hekî em rêkevtina etomî bi tundî jî bi rê ve bibin, û ji Îranê jî me ew yek bivêt, renge Îran li jêr vê zextê de, pêbend nebe bi rêkevtinê, wê demê eva ew in (Îran e) ku rêkevtin têk daye. Komara Îslamî jî bi domandina siyasetên xwe ên şaş rewşeke baş bo zextranîna Amerîkayê pêk anî, ku zextê bixe ser Îranê.

Spaha Pasdaran roja 18`ê Hezîrana 2017 çendîn mûşek avêtin Dêrelzorê li Sûriyê, û roja 4`ê Tîrmehê mûşekeke balistîk taqî kir, û 29`ê Tîrmehê jî, mûşekek sîmorx avête valahiya esman. Piştî van mûşek avêtinan, Amerîka ne tenê her komeke gemaroyan xiste ser Îranê, ku ya herî girîng xistina Spaha Pasdaran e bo nav rîzbenda terorê de, belkû niha daxwazê dikin ku dibe hinek ji navendên Îranê lêgerînê tê de pêk bînin, ku di nava wan de, çek û mûşekên Îranê hene, rejîmê ew daxwaz bi tundî ret kiriye. Kurkir dibêj: Hekî Îran îzna lêgerîna van navendan nede, wê demê mecala hewce pêk tê.

Niha hejmareke berçav ji deshilatdarên dewleta “Trump” ji wan kesan pêk tînin, ku bi awayekî cidî daxwazkarê guherîna rejîma Îranê ne, û her du hizbên Komarîxwaz û Demokrat jî di kongireyê de bona zextxistina ser rejîmê û paşekêşekirina bi rejîmê hevboçûn in.

Duyem: Astengî û guherînkariyên pêşberî rejîma Îranê di navçeyê de

Komara Îslamî têçûyeke zaf da, da ku bikare hîlala Şî`e ku pêk tê ji zeliqandina Tehranê bi behra Medîterane ji riya Bexda, Dîmeşq û Beyrûtê ve, tewaw bike, lê Amerîkayê bi lihevkirina digel Rûsiyê, ew pîlana rejîmê pûç kir, di vê sazanê de, ew du mezinhêz ji başûr û başûra rojavaya Sûriyê, navçeya aram û bê şer pêk anîn, ku Amerîka îdare dike. Lavrov di gotûbêjekê de, bas ji pêkanîna du navçeyên din ên bi vî rengî kir, ku di vê sazanê de rejîma Îranê piştguh ve avêtin. Îranê pêştir dixwast ku di vê navçeyê de, cihgir be, û ew cih bi başûra Lubnanê ve girê bide, û metirsiyeke din li ser Îsraîlê pêk bîne.

Ji wê demê ve ku “Trump” hatiye ser kar, berevajiyê dewleta Obama bi dehan binkeyên leşkerî û çar firokexane li Sûriyê ava kirine. Sînorê Îraq û Sûriye xistiye bin çavdêriya xwe de, û kontrola vê sînorê astenga herî mezin bo hîlala Şî`eya Îranê pêk tîne, û roj bi rojê zêdetir fişarê bo Îranê tîne ku wê ji Sûriyê derxînin.Hinek ji çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku li egera şerê Îran û Amerîkayê ew şer ji Sûriyê ve dest pê dike.

Hekî di destpêka şerê Sûriyê û di encamê de jî, nemana deshilata navendî ya Sûriyê bi ser piraniya beşên axa Sûriyê, valahiyeke mezin ya deshilatê di vî welatî de pêk hat, û Komara Îslamî bû girîngtirîn deshilat li wir de, û bi dilê xwe, li wir reftar dikir, lê bi hatina Rûsiyê û piştre jî Amerîka û piştre jî bi hilbijartina “Trump” wekî serkomar, rejîma Komara Îslamî ya Îranê roj bi rojê zêdetir hate piştguhxistin. Niha ew welatên di Sûriyê de, biryarder in, li gora girînigiyê pêk tên ji Rûsiye, Amerîka, Îsraîl û Tirkiye. Di nava van welatan de, xeynî Rûsiyê her sê welatên din li dijî hejmonî û deshilata Îranê ne, û Îsraîl û Amerîkayê çendîn carî bi awayekî eşkere ragehandine ku Îran dibe li Sûriyê here derve, û guman tê de nine ku Rûsiye jî bo parastina berjewendiya xwe di Sûriyê de, û nêzîkbûna bi Amerîka û Îsraîl û Tirkiyê, hertim amade ye ku dev ji Îranê berde, û bi taybetî opozisyona Beşar Esed û Erebistanê ku bi tundî li dijî Îranê ne. Bi vê pêkê, Îran di Sûriyê de dikeve qeraxê, û nîşaneyên wê piştguhxistin û daşikandinê her niha xûya dibe.

Li Îraqê

Piştî paşekêşeya hêzên Amerîkayê ji Îraqê heya heyamekê berî niha ew welat zêdetir meydana cilîdanê ya Îranê bûye, bi taybetî piştî dagîrkirina beşek ji Îraqê bi ji aliyê DAÎŞ`ê ku Komara Îslamî bi hêceta şer li dijî DAÎŞ`ê roj bi rojê pêgeha xwe qahîmtir kir.

Erebistanê piştî êrîşa Sedam Husên li ser Koweytê 27 sal bû ku ew welat bi cih hêlabû, û niha Erebistan gellek bi cidî vegeriyaye Îraqê, ku ew karê Si`ûdiyan digel pêşwaziya germ ya Sunniyan û heya wan Şî`eyên ku nasnameya Erebî ya xwe pêş Şî`ebûnê dadinên û ji deshilata Îranê li Îraqê de nerazî bûn, berbirû bû. Vegeriyana Erebistanê bo Îraqê bi sefera Adil El-cobeyr Wezîrê Karê Derve ê Erebistanê dest pê kir, û piştre sefera Heyder Îbadî serokwezîrê Îraqê bo Riyazê û hevdîtina bi Melik Selman paşayê Erebistanê re, û sefera hejmareke din ji karbidestên din ên payebilind ên hikûmetî ên herdu aliyan li pey xwe anî, ku cara dawî sefera Wezîrê Navxwe ê Îraqê bo Erebistanê bû, û îmzekirina rêkevtina jihevtêgihîştina ewlehî, aborî, bazerganî û çandiniyê di navbera wan du welatan de lê ket.

Bi taybetî rêkevtina Bexda û Riyazê bo kontrolkirina sînorên xwe, û xebata li dijî terorîzmê, nîşana lihevnêzîkbûna berçav ya Bexda û Erebistanê bû, niha her du alî mijûl in, riya esmanî ya di navbera du paytextan vekin, Si`ûdî bi alîkariya Mîsrê niha di hewl de ne, Îraqê vegerînin bo nav civaka Erebî bi armanca dûrxistina ji Îranê.

Xala din ya cihê baldanê li daşikandina Komara Îslamî di Îraqê de, ji bilî tûreyiya girûpên Sunnî û sekolar ji vegeşandina deshilata Îranê di raqê de, heya girûpên Şî`e jî, ku zêdetir ji baweriya ayînî, neteweyî ne, daxwazkar in ku taqmên biyanî welat bi cih bihêlin.

Yek ji wan kesayetiyên xwedînifûz di Îraqê de, Muqteda Sedr e. Navbirî ku çend salek bû ji aliyê Îranê ve piştevaniyeke berçav jê dihate kirin, di van salên dawiyê de, wekî yek ji kesayetiyên herî girîng ên ayînî ên Şî`eyê Îraqî, bi eşkere li dijî destêwerdanên Îranê li Îraqê sekiniye. Sedr di daxuyaniyeke 29 xalî de, ku 20`ê meha Şibata 2017`an wekî rêçareya aştiyê di Îraqê de belav kir, pêşniyara hilweşandina Heşda Şe`ibî kir, ku daxwazkarê derkirina tewahiya hêzên biyanî (heya dostên Îraqê jî-mebest Îran e) bû. Ew gotinên Muqteda Sedr bûne sedema nîgeraniya Komara Îslamî.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ê rejîmê, di civîna heftane ya digel rojnamevan li Tehranê hêvî xwast ku gotinên Muqteda bi şaşî hatibe wergerandin, yan bi şaşî hatibe belavkirin.

Lê çend rojan piştî van axavtinên Behram Qasimî berdevkê Karê Derve ê Îranê, Sedr di gotûbêjekê de digel Elşerq El-ewset dibêje: Di hevdîtina xwe di Cede ya Erebistanê digel Welîehdê Erebistanê boçûneke wekhev hebûne, ji vê jî girîngtir Sedr Erebistana Si`ûdî bi bavê bihêz ê neteweya Ereb nav bir, ku Bona avakirina aştiyê di navçeyê de tekoşînê dike.

Di navxwe ya Îraqê de:

Di hemû welatekî de, siyaseta derve ya hikûmetê encama siyaseta navxweyî ye, bi vê watayê ku demekê siyaseta navxwe ya rejîmê siyaseteke seqet ya paşvemayî ye, ku li ser bingeha Îslama Şî`e ya Wilayeta Feqîhî hatiye darêtin, ew siyaset ji bilî teorî di biyavê piratîkê de jî, bi sala ye netebahiyên wê digel cîhana vê serdemê hatiye selimandin, û dakişana wê jî sal bi salê zêdetir derketiye, lê di heyama 5-6 mehên borî de, ew dakişan jî, eşkeretir û bileztir xwe derxistiye:

Di biyavê aborî de jî, bazerganiya cîhanî ya her welatekî xudîka guhertinên aborî ya navxweyî û pêwendiyên aborî digel cîhanê û bi awayekî em dikarin bêjin ku ew yek çawaniya siyaseta wê ya derekî ye.

Piştî qewlên zaf ku digotin piştî bercamê aboriya welat vedigeşe, amara bazerganiya Îranê digel cîhanê di heyama çar mehên vê salê de, van rojan ji aliyê gumrika Îranê ve hatiye belavkirin.

Encama vê amarê bi kurtî vê rastiyê nîşan dide ku şandina kelûpelên (xeyrî neftî) zêdetir ji %9 kêm kiriye, û anîna jor ya kelûpelan jî %23 li çav heman wext di sala borî de, zêde kiriye. Ew pêvajo bûye sedema vê ku balansa bazerganî ya cîhanî ya Îranê di vê heyamê de, berevajiyê par, nîgatîv be.

Xaleke din ya girîng di vê amarê de, ku cihê balkêşanê ye, ew e ku ew welatên kelûpel şandine Îranê, pêk tên ji Çîn, Îmarata Yekgirtî, Kureya Başûr, Tirkiye û Hindustan û wan welatan jî ku kelûpelên Îranê kirîne, teqrîben her ew welat in.

Ew amar vê yekê nîşan didin, ku şirîkên bazerganî ên Îranê her welatên Asyayî û navçeyî ne. Sedem jî vedigere bo vê rastiyê ku navendên bazerganî û navneteweyî û welatên Rojavayî bi sedema rîska bilind ya siyasî amade nînin ku di Îranê de sermayeguzariyê bikin, berevajiyê hêvî û xwaziyên Rûhanî di dema îmzakirina bercame de.

Binpêkirina mafê mirovan:

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî di raporekê de ku roja Çarşemiyê rêkewta 11`ê Gelawêjê belav kiriye, îşare bi vê dike ku di sala 2013`an ya Zayînî de heya niha dezgeha Dad û demûdezgehên ewlehiyê ên rejîmê serkuta berevankarên mafê mirovan tundtir kiriye.

Herwisa îşare bi vê dike ku tohmeta beşek ji mehkûman pêwendîgirtina digel navendên YE û yan NY û rêkxirawên navdewletî ên mafê mirovan bûye. Ew kes bi tawana pêngavhilgirtina li dijî ewlehiya welat têne mehkûmkirin û herwisa ew mehkûmane parêzerê berevankarên mafê mirovan û nûnerên sendîkayên kedkarî û çalakên mafê jinan û nehêştina bidarvekirinê û berevankarên mafê kêmaniyan in.

Ew rapor Hesen Rûhanî û dewleta wî tawanbar dike bi vê ku heya niha hewleke berçav bo berbirpbûna digel van binpêkirinan ku binpêkirina eşkere ya mafê mirovan in, yan aliyê kêm, kêmkirina wan nedaye.

Ji bilî van kêşeyên ku me îşare pê kirin, hinek diyardeyên wekî bêkarî, nexweşiyên civakî, tawan û hejarî, herwisa di vegeşînê de ye, ew yek jî, ne tenê çavdêrên bîhanî belkû berpirsyarên rejîmê ên herî payebilind jî, pêdagiriyê li ser dikin, ku her yek ji wan bixwe hilgirê bas û mijarên cuda ne. Lê çend diyardeyên ku encama nakamiyên rejîmê û têkşikandina siyasetên derekî û navxweyî ên rejîmê di heyama 5-6 mehên borî de bû, gellek zeqtir bûne, û li ber girîngiya encamên wê di dirêjheyam de, hewce ye ku îşareyeke kurt em pê bikin:

Kêşeya di navbera baskên binajoxwaz bi serokatiya Xamineyî ji aliyekî û reformxwaz ji aliyekî din ve, bi şêweyekî berçav geşe kiriye, bi şêweyekê ku di destpêka pêkanîna pêvajoya reformxwaziyê de heya niha bêmînak bûye.

Ew kêşane hekî berdewam bin, kêşeyên rîşeyî û bîrûbawerî ne, û bi tundî kirîzafirîn in, ku li gora asta şikestên siyasî ên rejîmê zêdetir geşe dikin, jiber ku her yek ji baskên rejîmê dixwaze ku şasşiya van têkşikanan û di encam de, rewşa xirap ya rejîmê û jiyana pirr ji bedbextiya xelkê bixe stûyê aliyê din, û xwe bê tawan nîşan bide.

Bila em îşarê bi hindek ji van kêşe û cudahiyan bikin:

Wê demê ku Hesen Rûhanî bona selmandina dirustiya siyaset û kiryarên xwe, derheq gotûbêja Îmam Hesen daxive, Xamineyî bersiv da ku ew yek çewtekariya dîrokê û kesayetiya Îmam Hesen e.

-Dema ku derheq aştiya Îmam Hesen qise kir, Xamineyî bersiv da û ew gotin ret kir.

-Hesen Rûhanî di hewla gotûbêja digel Amerîka û bercam a navçeyî û navxweyî ye, di halekê de Xamineyî bi awayê reha (mutleq) Amerîka bi peymanşikên dizane ku nabe gotûbêj digel de bê kirin, û li dijî bercama navçeyî ye jî.

ـRûhanî heya radeyekê zaf, alîgirê gotûbêja digel Rojavayiyan û navendên mafê mirov e, Xamineyî dibêje ku eva em in ku alîgirê mafê mirovan in, û Rojavayî ne ku mafê mirovan binpê dikin.

Xamineyî di biyavê ferhengî de, gellek bi tundî li dijî bernameyên ferhengî ên dewleta Rûhanî ye.

-Di biyavê aborî de, Xamineyî li dijî vekirina Îranê bi rûyê derve û sermayedanîna derekî ye, jiber ku navbirî li ser vê baweriyê ye ku zanista aborî, Rojavayî ye, û li ser hinek şert û mercên xeyrî Îslamî hatiye avakirin, lewra ew piştgiriyê ji aboriya nezelal a Îslamî dike, û navê wê jî daniye aboriya bergirîkarane (iqtisadê Muqawimetî).

Ew cudahî û bi dehan cudahiyên din, di navbera wan van du baskan de, di heyama piştî hilbijartina dubare ya Rûhanî û êrîş û pûçkirina boçûnên yektir, qet bi qasî vê heyamê zelal, êrîşkarane (her yek bi awayê xwe) û bi eşkere rû nedaye.

Nêzî mehekê berî niha di nava fermandên asta serve ya Spaha Pasdaran û Rûhanî de, civînek pêk hat, û hinek ji çavdêrên siyasî wisa şirove dikirin ku ku ew civîn, civîna aştiyê ye di navbera van du baskan de, lê her di xutbeya niwêja Înê de, piştî vê hevdîtinê, Ehmed Cenetî pêşnimêjê demkî ê Tehranê cardin êrîş kire ser Rûhanî.

Ji bilî valahiya di navbera binajoxwazan û reformxwazên dewletî, heyamek e ku girûpa Ehmedînijad jî cardin, serî hildaye, û bûye baseke germ di nava baskên cuda û komeleyên navxwe de.

Destbiserkirina Hemîd Beqayî yek ji cihgirên Ehmedînijad di serdema serkomariya navbirî de, bi tawana gendeliyê û axavtinên tund ên Beqayî li dijî dezgeha Dad piştî azadbûnê, herwisa axavtinên Meşayî li dijî vê dezgehê, êrîşên bêmînak in ku di navxwe ya welat de li dijî dezgeha Dad kar kirine, ku serokê wê ji aliyê weliyê feqîh ve tê diyarîkirin.

Ehmedînijad jî her di vê boneyê de, bas ji destpêka serdemeke nû (dewreyeke nû dest pê kiriye) dike û gefa dixwe ku rastiyan wê bêje xelkê. Niha Ehmedînijad û alîkarên herî nêzîk ên wî di serdema serkomariyê de, her yek bi komek dosiyeyên terorîstî ve, wê lêpirsîn ji wan bihê kirin, lê dengê wan gellek cesûrane ye, û bi bê tirs li dijî dezgeha Dad sekinî ne, niha di vê derheqê de, ew pirsyar heye, ku gelo Dezgeha Dad lêkolînê ji vê dosiyeyê dike, û cezaya hewce bo tawanbaran derdike, yan ji tirsa gefên Ehmedînijad, wê bêdengiyê lê bikin?

Valahiya di navbera baskên rejîmê de mezin bûne, û mezintir jî dibin, hekî bo heyamekê jî, bi her sedemekê ew baskên rejîmê bêdeng bin jî, lê her wê serî hilde. Bandora van kêşane, û axavtina wan li ser hev bandoreke baş heye:

Yekem- Xelkê Îranê baştir û zêdetir hikûmetekê nas dikin, ku nêzî 40 salan e hukmê bi ser wan de dike, û bingeha aborî, siyasî û heta exlaqî a vê civakê jî ser û bin kiriye.

Duyem- Ew bersivên şerxwazane moralê dide xelkê, ku ew jî li dijî binpêkirina mafên xwe rabin ser xwe, bi taybetî bersivên şerxwazane ên serkomar li dijî Weliyê Feqîh.

Dûredîmenê Komara Îslamî a Îranê

Li gora vê lêkdaneweyê, rewşa Îranê li derve û navxwe hekî hevpeymaniya Erebistanê jî li rex wê danin, dûredîmenê pêşeroja Îranê, Îraneke şikestxwarî ji derve, di biyavê aborî û siyasî de piştguhxistî, di navxwe berevrû digel kêşeyan û netebahiya kelekebûyî ku rojane zêdetir dibe.

Di vê rewşê de, egera serhildana xelkê li dijî rejîmê, bi sedema dijwarbûna rewşa jiyana wan û nebûna azadiyan, bi pêşdestîkirin û navtêdana aliyê derekî, egereke çavnihêrkirî ye.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

* Ev gotara beşek ji rapora siyasî ya nivîskar bo 17.mîn civîna Komîteya Navendî a PDKÎ ye ku bi hinek destkarî ve tê belavkirin.

1-Bercam (bernameya tewaw ya kiryara hevbeş) li Îranê bi girêbestekê tê gotin, ku welatên 5+1 derheq pêşîgirtina ji Îranê derheq bi hewlên wê, ji bo ber bi pêşvebirina bernameyên wê ên navikî digel wî welatî îmza kirin.