Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî di xizmeta Îsraîlê de

13:31 - 23 Tebax 2019

Kerîm Perwîzî

Basa dezgehên ajantiyê bo nav dezgehên welatên din, baseke kevn û dûr û dirêj e, û ji serdema şerê kevn ê împeratoriyan ve, ew cureya xwe xuşikandina dezgehên ajantiyê bo nav dezgehên welatên din hebûye, ku hêza welatekî ji riya ajanên xwe ve, xwe xistiye nava hêzeke din de, û deriyê piştê ji bo hêzên xwe vekirine, û împeratoriyek rastî şikestê kiriye.

Di serdema nû de, rêkar û şêwaza nifûz û xwe xuşikandina ajantiyê zêdetir bûye û  di serdemekê de ku bawerî sist dibin û berjewendiyên takekesî jî cihê wan digrin, îmkana van cureya xwe xuşikandina di nava dem û dezgehên ajantiyê de jî zêde û zêdetir dibin.

Di sîstema koloniyalîstî a Komara Îslamî de, destpêkê hatina li ser deshilatê ya vê rejîmê bi sedema îdeolojîkbûna vê rejîmê radeya baweriya pasdar û  besîciyan bi vê deshilatê zêdetir bûye, û di êrîşa li dijî Kurdistanê de, gellek caran ew bûyer hatine dîtin, ku besîciyên Qum û Îsfehanê digotin ku em hatine “şehadet”ê, û Xomêynî jî kilîda buheştê daye me.  

Lê niha êdî tu baweriyeke îdeolojî û ayînî bi vê rejîmê nemane, û ew qas talan û tawan kirine, û ew qas gendelî kirine, ku tu pasdarek jî baweriyê bi wan nake, belku tenê berjewendiya takekesî wan li dewra rejîmê radigre.

Di demekê de ku îdeolojiya Wilayeta Feqîh rastî şikest û têkçûyînê hatiye, û gotinên rejîmê jî, tu bawerdarek li dewrê nemaye, û pasdarên rejîmê tenê berjewendiya aborî wan li dewra rejîmê radigre, û ew berjewndiya aborî dikare di cihekî din de bê berfirehkirin.

Her ew nifûztêkirina ye ku dibe sedema xwezelandina dezgeha zanyariyan ya welatekî din di nava dezgehên Îtilaatî ên rejîmê de, û ji vê riyê ve heya bilindtirîn ast ji Wezareta Îtilaatê û Îtilaata Spaha Pasdaran dibin xûreka nifûza ajantiyê û mohreyên xwe difroşne rejîmê!

Dema ku di civîneke cîhanî de serokwezîrê Îsraîlê  belgeyên pirojeya navkî ya rejîma Tehranê eşkere dike, û dibêje bi hezaran belge ji Tehranê ve veguhastine bo Îsraîlê, ew yek nîşan dide ku dezgeha zanyariyan ya Îsraîlê çiqas kariye xwe bizelîne nava jorên hestiyar ên rejîma Wilayeta Feqîh de.

Her di van rojan de, ji zimanê berpirsên rejîmê bixwe ve bo mînak kesekî wek Ebdullah Şehbazî ku rawêjkarê beyta Xamineyî ye, dibêjin ku berpirsekî payebilind ê Îtilaata rejîmê reviyaye û çûye Îsraîlê.

Ew basa xwe zelandina dezgeha zanyariyan ya welatên din di nava dezgehên ajantiyê  û Îtilaatî ên rejîmê de, baeke ku renge bi dehan û sedan kesên din tê de hebin ku yan bi bername yan jî bê bername li cihekî din ya vê rejîmê de cih girtibin, yan jî di pêvajoya bêbaweriya wan bi rejîmê de dest kiribin bi firotina znyariyan, lê rejîm dixwaze ku ji mijarên weha mifahê wergre, û ew dosiyeyên pirr ji tawanbarî ku hene, girê bidin bi van cure kesan ve.

Bo mînak Elî Muteherî cihgirê meclisa rejîmê dibêje ku dosiyeya qetlên zincîreyî û kuştina zanayên etomî û teqîna li Meşhedê dîsan dibe bêne zindîkirin, yanî diwaze ku ew gumana çê be, ku ku ew cureya dosiyeyên kuştar û teroran, ên rejîmê bixwe nebûne, û Weliyê Feqîh pak e, û eva kesên ser bi dezgehên zanyariyan a welatên din in ku ew kar kirine.  

Di vir de du xalên girîng dibin cihê pirsê:

Yekem-Hekî dezgeha zanyariyan ya welatekî din ew qas kariye xwe bizelîne nava dezgehên Îtilaata rejîma Îranê de, ku heta siyaseta stratejîk jî bo rejîmê dadrêjin, û dosiyeyên weha mezin li ser ava dikin ku bi qasî sî salan rejîmê mijûl dikin, gelo bes ew dezgeh, wan bo çi ava kiriye, ma wan bo Îsraîlê dezgeha Îtilaatê ava kirine?!!

Duyem- xwe hemû tawan û komkujî her bi tenê çend mînakên biçûk nînin, ger weha be, ku tawan di vî welatî de kesên ser bi dezgehên zanyariyê ên welatên bîhanî kiribin, û biryar dabin,  di vê demê de bes Xomêynî û Xamineyî û Refsencanî û Xelxalî û Bihiştî û hemû ayetullahên rejîmê her bi tenê duholek bûne di destên bîhaniyan de!

Ew dosiyeya ketina dezgeha zanyariyan ya welatekî din di nava Wezareta Îtilaatê û Îtilaata Spaha Pasdaran û cihên din du tiştên girîng dibêje: yekem, tawan beşeke bingehîn e ji pênaseya vê rejîmê, lewra her kes heta bi qewlê wan bixwe, “nifûzî” jî be, ku tawanan encam bide, ne tenê her em jê biguman nabin, belku gellek hezkirîtir dibe. Duyem, sîstema Komara Îslamî di biyavê îdeolojîk de rastî têkçûnê hatiye, û hemû mohreyên wê amade ne ku xwe bifroşin.