Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komela Hevkarî ya Partiyên Rojhilat xwepêşandan bi rê ve birin

19:04 - 18 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Komela Hevkarî ya Partiyên Rojhilat li pêşberî deriyê balyozxaneya rejîma Îslamî a Îranê, di welatê Almaniyayê de xwenîşandan bi rê ve birin.

Roja Pêcşemî 24`ê Cozerdana 1397`an, Komela Hevkarî ya Partiyên Rojhilat li pêşberî deriyê balyozxaneya  rejîma Îslamî a Îranê di bajarê “München” de bi armanca piştevanîkirin ji girtiyên siyasî yên Kurd û şermezarkirina kiryarên hovane yên rejîma Îslamî a Îranê li hemberî  girtiyên Kurd de xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandanê de, “Komela Kurd ya Bakûrê Kurdistanê”, “Komkar” û “Partiya Çep ya Almaniya” bi armanca piştevanîkirin li xebata rewa ya gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de beşdarî kirin, û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Di doma vê xwepêşandanê de, peyama Komîteya Partiya Demokrat ya di Almaniyayê de bi her du zimanên Almanî û Kurdî hate pêşkêşkirin, û cinayetên rejîma Îslamî yên derheqê gelên Îran û bi taybet gelê Kurd, rewşa nebaş ya girtiyên siyasî yên Kurd di nav reşçalên yên rejîma Îslamî ya Îranê de, û azar û îşkencekirina girtiyan, sepandina cezaya nerewa ya îdamkirinê, hepsa demdirêj û cudahîdanîna di navbera girtiyan di girtîgehên Îranê de, bi giştî  beşek ji naveroka vê peyamê bû.

Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê,- di Almaniya yê de, di doma peyamê de, îşare bi berfirehbûna meşên nerazîbûnên Îranê, û girevgirtina bajaran bi sebeba rewşa nebaş ya jiyan û derbazkirinê, û destêverdanên rejîma Îslamî Îranê di nav karûbarên dever û cîhanê de, û herwiha  demsala nû ya xebat û têkoşîna gelên Kurd, ku bi Rasana Rojhilat hatiye naskirin, li dijî vê rejîma totalîter û dijîmirovî kir.