Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-“Geneva” li NY de, bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat şermezar kir

18:45 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îran “Geneva”ê- di gotarekê de li 39.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan a NY de, êrîşa mûşekî ya komara Îslamî ya Îranê ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat şermezar kir, û daxwaz ji NY û komela navneteweyî kir ku rejîma Îranê şermezar bikin.

Deqa gotarê wiha ye:

Rêzdar serok!

 Di destpêkê de, Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê - “Geneva”ê, pêşwazî ji raporta şivêrmendê taybet yê sekreterê giştî yê NY ji bo piştevanîkirin ji jînosayd û komkujiyê dike.

Komela Mafê Mirovana Kurdistana Îranê- “Geneva”, bala we ji bo ser destdirêjî û êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û baregehên hêzên siyasî yên Kurdistana Rojhilat û kempên penaberan yên nêzîkî bajarê Koyê li Kurdistana Başûr radikêşe.

Li rêkefta 8`ê Îlona 2018`an, komara Îslamî ya Îranê, di êrîşeke mûşekên dûrhavêj de, bo ser binke û baregerehên hêzên siyasî yên Kurdistana Rojhilat  û kempên penaberan yên nêzîkî bajarê Koyê li Kurdistna Başûr de, 17 kes teror û zêdeyî 40 kesên din jî birîndar kirin.

Herwisa rojek berî vê bûyerê jî, li rêkefta 7`ê Îlona 2018`an, hêzên Spaha Pasdaran, bi topbarankirina giran ya bo ser sînorên deverên Biradost û Sîdekan, zirareke zêde ji ber kesên xwedîpez û çandiniyê ê xelkê sivîl yên van deveran gihand.

Destdirêjî û kempêyna terora komara Îslamî ya Îranê bo ser Kurdistana Başûr û, topbarankirina korkorane ya gundên ser sînor û kempên penaberan li bajarê Koyê, binpêkirina eşkere  ya yasaya navneteweyî û konvansyonên “Geneva”ê ye.

Di dawiyê de, daxwaz dikin ji Şêvra Mafê Mirovan û Komela Navneteweyî, ku êrîşa komara Îslamî şermezar bike, û divê derheqê de komîsyoneke vekolînê pêk bîne.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê- “Geneva”

17`ê Îlona 2018`an