Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya birêveber ya rêûresmên hizbê li derve agehdariyek belavkir

11:34 - 30 Nîsan 2019

Kurdistanmedia:Komîteya birêveberiya rêûresmên hizbê li derve agehdariyek derheq birêve çûna rêûresm 30.mîn salroja şehîdkirina rêberê zana û navdar ê Kurd “Dr Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî li “Viyenayê belavkir.

Deqa agehdariyê wiha ye:

Agahdariya jimare 1 “Rasan Tarawge” Ji aliyê Komîteya Rêveber a rêûresma taybet bi30.mîn salvegera şehîdbûna rêberê navdar “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” Kurdên welatparêz ên Diyasporayê!

Endam û alîgirên PDKÎ! Weke hûn hemû dizanin, 22 Pûşpera îsal (13.07.2019), 30 sal bi ser şehîdbûna rêberê zana û navdar ê Kurd “Dr Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî li “Viyenayê” bi destê terorîstên rejîma Îranê derbas dibe.

Bi vê boneyê îsal Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welat di çarçoveya xwenîşandaneke berfireh de li jêr navê “Em bîranîna 30 saliya terorkirina rêberê xwe yê şehîd dikin rawestgehek bo rasana diyasporayê” li bajarê “Bruksel”ê û li pêşberî Parlemena Ewropayê birêve dibe.

 Bi vê boneyê em daxwaz ji hemû Kurdên welatparêz ên Diyaspora û bi taybetî endam, dost û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rêberê şehîd “Dr Qasimlo” dikin, bona şermezarkirina helwêst û tevgera ne berpirsane ya dewleta “Otrîşê” û mehkûmkirina terorîzma rejîma Komara Îslamî ya Îranê, di vê meşê de bi awayekî çalak beşdar bibin.

Di vê derbarê de, li rojên pêşîn de emê agahiyên zêdetir belavbikin.

Ligel sipas û rêzên me Komîteya Rêveber a taybet bi 30.mîn salvegera şehîdbûna “Dr Qasimlo”yê nemir

 29 Nîsana 2019`an

 Dem: 09.07.2019 Chi: Brussel