Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Partiya Demokrat li Amerîkayê rêûresimek birêve bir

17:43 - 24 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li welatê Amerîkayê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran rêûresimek lidar xist.

Roja Yekşemî 1`ê Banemerê, komîteya PDKÎ li welatê Amerîkayê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîma Îslamî a Îranê, ji aliyê Amerîkayê, rêûresimek bi amadebûna saziyên siyasî û Kurdên çar parçên Kurdistan birêve bir.

Rêûresim bi xwedina serûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di vê rêûresimê de, Areş Salih nûnerê Partiya Demokrat li Amerîkayê, axavtineke tijî li ser girîngiya vê biryara Amerîka û bilez bûna guherînkariyan di Rojhilata Navîn de, pêşkêşî amadebûyan kir.

Herwisa Areş Salih got, em pêşwazî ji hewlên Civaka Navdewletî bo lawazkirina rejîma terorîstperwer a Îranê dikin.

Navbirî di dawiya axavtina xwe de, derheq peyama Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, derheq ev kesên ku li Kurdistanê digel Spaha Pasdaran pêwendî hene û bizivirin bo himbêza gel îşare kir.

Herwisa di vê rêûresimê de, Celîl Azadîxaz nivîskar û rojnamevan derheq rewabûna xebata Kurd û eqlanîbûna dîskorsa vê tevgerê axavtinek pêşkêş kir.