Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya “Z.T.E” ya çînê hate cezadan

18:38 - 9 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê bi vê sebebê ku, dorpçên li dijî rejîma Îranê, ji aliyê kompaniya Çînê ya “Z.T.E” ve hatine binpêkirin, ceza ji vê kompaniyayê re birî.

Wezareta Bazirganî a Amerîkayê belav kiriye ku, Kompaniya “Z.T.E” bi sebeba binpêkirina yasayayên dorpêçan û firotina tiştên pêşkevtî ji Koreya Bakûr û rejîma Îranê re, ji aliyê Amerîkaiyê ve, cezaya bi qasî yek milyard û çarsed milyon Dolarî jê re hate birîn.

 “Wilbur Ross” Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê di vê derheqê de ragehand ku: “Ev cezaya giran ya ku bi ser kompaniya “Z.T.E” a Çînê de hatiye sepandin, dibe sedema vê ku, tu kompaniyayên din dorpçan binpê nekin.

Pşitî vê ku “Dunald Trump” di 18`ê Banemera îsal de, yekalî ji lihevkirina Bercamê vekşiya, biryareke nû ji bo vegerandina dorpêçan li dijî rejîma Tehranê vajo kir, û Wezareta Xezînedariya vî welatî jî di vî warî de wezîfedar kiriye da ku vê biryarê cîbicî bike.