Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyayên Firansî nikarin di Îranê de bimînin

12:39 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Aborî yê Firansayê da xuyakirin ku, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê, kompaniyayên Firansî nikarin digel Îranê karê bazriganî encam bidin.

 “Burno Lomer” Wezîrê Aborî yê Firansayê ragehand ku, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên lidijî rejîma Îranê em nikarin alwêra pere digal Îranê ji riya bankan ve encam bidin, çimku tu navendên malî yên serbixwe di Ewropayê de nînin, her bi vê sedemê ye jî ku kompaniyayên firansî  yên ku di Îranê de karê berhemanînê dikin, yan jî berhemên xwe ji bo Îranê dişînin, nikarin karên bazriganî yên xwe bidomînin.

Wezîrê Aborî yê Firansayê, di axavtinên xwe de bas ji vê kir ku, Kompanyayên Firansî, bi sebeba zalbûna perê “Dolar” di bazarên cîhanî de, û berbestên Amerîkayê yên li hemberî bankên Ewropî, ev neçarin karê bazriganî yên xwe yên digel Îranê  bisekinînin.

Piştî vekişyana Amerîkayê ji Bercamê, hemû ev kompaniyên ku di Îranê de kar dikirin, 180 roj derfet hene da ku Îranê biterikînin, da ku dorpêçên aborî ji aliyê Amerîkayê ve li ser van de neyêne sepandin.

Heta niha du kompaniyayên mezin yên Firansayê yên bi navên, “Peju Citroen” û “Total” bazirganiya xwe digel Îranê sekinandine, û bi awayê giştî di asta cîhanê de jî, serbarê vê ku welatên Ewropî heyanî niha bi lihevkirinna Bercamê pêbend in, lê bi vî halî jî zirareke zêde ya aborî li Îranê ketiye.