Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konfiransa zanista zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê birêve diçe

19:11 - 24 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li zanîngeha Koyê li Herêma Kurdistanê û li roja zimanê dayîkî, konfiransa zanistî li ser zimanê Kurdî birêve diçe.
Dr. Heyder Leşkerî mamustaê zanîngehê û yek ji endamê helsengandina tojînewe ên vê konfiransê bi “malpera Kurdistanmedia” ragehand, mebest ji birêve birina konfiransa zanista zimanê Kurdî nasandina vî zimanî û herveha lêkdana vî dibe bo Têza rêxistina Yuniskoê.

Dr. Heyder weha axivî: Li Têza Yuniskoê de bas li çend rehend û çend lehce hat kirin û em di vê konfiransê de dixwazin ew du çemka bîne berbasa kesên pisporên beşdariya konfiransê.

Birêvebera karûbarê xwendina bilind li zanîngeha Koyê eve jî hanî berbas, aliyê din vê konfiransê eweye ku lêkdanek bo lehce û ziman biken û herveha bizanin heta çend zimanên Kurdî di sîstema perwede da bikar têtin.
Lêjna helsengandin a tojînewe a konfiransa zanistî dawa li hemû Şarewan û pispor ên zimanê Kurdî kir ku heya “berwara 15’ê Şibat a 2013’an” gutar û basên xwe bo lêjna helsengandin li zanîngeha Koyê bişînin.

Tojîner dikarin li gor ev tewerên xarê tojînewe û gutarên xwe pêşkêk biken:
_ Rola zimanê dayîkî li dîroka Kurdistanê
_ zimanê dayîkî û dariştina nisnama neteweyî
_ zimanê dayîkî li sîstema perwerdê de
_ li lehcan bo zimanê fermî
_ rola media li perwerde kirina ziman û binyad danana zimanê fermî
_ ziman li Ola Kurdistanê
_ ziman an lehce û çêbûna dewleta neteweî

Konfiransa zanistî a zimanê Kurdî roja 21’ê Şibat a 2013’an li zanîngeha Koyê birêve diçe.