Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Rasana Rojhilat

21:33 - 6 Adar 2018

Kerîm Perwîzî

Piştî nêzîk bi yek sal derbazbûna bi ser wextê xwe de, kongireya 16.emîn ya PDKÎ di roja 1`ê Reşemeha sala 1396`an de dest bi karên xwe kir, û piştî çar rojan karê berdewam û têrûtejî, û bi şev û roj dirêjîkêşana civînan, li 4`ê Reşemê de kongireya Rasana Rojhilat hemû ew bernamên ku bo karê xwe danîbûn, bi serkevtin û bi serûberî bi encam gehandin.

Rewşa zemanî ya kongireya Rasana Rojhilat û bi taybetî nemana bellaya DAÎŞ`ê, û hatina bellaya Heşda Şe`ibî piştî bûyerên Kerkûkê, û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û gazîkirina Esed bo Efrînê, û çendîn bûyerên girîng ên din, her yek ji wan bi cuda hilgirê şiroveyên cuda ne, û emê hewl bidin di pêşerojê de biçin ser van basan. Di warê naveroka karê kongirê de jî, yekem kongireya piştî destpêka qonaxa nû ya xebatê wate Rasana Rojhilat bû, û bernameyên kongirê di vî warî de, û herweha pêngavên PDKÎ bo hevkarî di nava hêzên Kurdistanî û herweha pirs û mijarên pêwendîdar bi rêkxistin û organîzasiyon û xwe teyarkirina PDKÎ, hemûyan jî girîngiya taybet, û cihê xwe yê taybet hene bo şirovekirina zêdetir, ku dibe di derfeteke din de her hemû jî bêne baskirin, lê eva ku wekî emegdariyekê di hemberî hemû wan kesên ku zehmetî bona pêkhatina kongirê kêşan, û hemû ewên ku bi dilekutê ve, çaveriyê kongirê û encamên wê bûn, hewce ye ku di çend xalên kurt de em îşarê pê bikin.

Yekem-Serekevtina kongirê di biyavê birêvebirina karên xwe di rewşa ewlehiya taybet de bû, renge gellek hûrdekarî û zanyarî di derfeteke weha de nehêne baskirin, lê îşareyeke bilez bi vê hewce ye, ku di rewşa xirap ya ewlehiya piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şe`ibî ya ser bi Spaha Pasdaran û vegeşiyana destêwerdanên şerxwazane yên Spaha Pasdaran û bi giştî Kurdistana Başûr, û bi taybetî wêneyeke giştî ji metirsiyên terorîstî ên Komara Îslamî bo ser xebatkarên me yên Kurd ji me re eşkere bike. Bi taybetî di civîn û rûdaweke girîng wekî kongireya hizbeke cidî û xwedîmetirsî bo ser Komara Îslamî de, zêdetir rewşa ewlehiyê xûya dike, û ew nûçe û zanyarî jî ku digehîştin destên me, nîşan didan ku Komara Îslamî bi hemû awayekî li pey wê ye, ku cih û dema kongire bizane, û êrîşî ser bike, û bi handana hinek bîrûrayan, dixwast ku bi awayê nerasterast wan zanyariyan bi dest bixe, ku bi hişyariya PDKÎ û hevkariya kadr û pêmerge û malbatên wan ku pêwendîdar bi vî karî bûn, kongire bi ew qasê emniyeta baş ve li ser şiyanên PDKÎ bixwe bi rê ve çû. Hêjayî îşarepêkirinê ye, li yek du rojên berî destpêka kongirê de, dawî cihê kongirê bi neçarî guherîn bi ser de hat, û zanyariyên hûrtir di vî warî de bila bimîne, bo wexteke din, û rêkewteke din.

Lê serkevtina vê kongirê di vê rewşa pirr ji metirsî de, ku mixabin her hefteyekê piştî bidawîhatina kongirê mal û malbat û canê endamekî kongirê bû armanca kiryareke terorîstî di Binesilaweya Hewlêrê de, ku bixwe eyankerê tewaw ya rewşa pirr metirsî ye, û şanaziya serkevtina kongirê di rewşeke weha de zêdetir dike.

Duyem- Baseke girîng û pirr kêşe û pirr lêdwan û bi helwestên cuda û deng û bîrûraya gellek cuda, li ser guherîna sîstemê di PDKÎ di heyama sê salên borî de, di nava bedene û rêberatiya PDKÎ de, di holê de bû. Ew basa girîng rawestiyan û xwendineke cidî bû, bo koma kêşe û kêmasiyên PDKÎ, û vegeriyan li pey rêçareya rîşeyî, û piştî zêdetir ji çar dehikan cihgirtina sîstemeke rêkxiraweyî, PDKÎ dixwast ku saxtara xwe biguhere. Ew basa girîng û rayên cuda li ser wê, dost û heval xistibûna nava dilkutê de, û ken xistibû ser lêvên dijminan, û ew anîbûne ser xet, da ku hewla hûrkirina PDKÎ bidin, lê piştî çend salan berhevdan û baskirinê PDKÎ di kongireya 16.emîn ya xwe de, gihîşte yekdengî û guherîna pêkhate û sîstema xwe, û basên pêwendîdar gihandine encamê, û biryara komdengiyê lê ket, eva hem zindîbûna vê hizbê û hem jî serdemîbûn û hem jî diyaloga demokratiyane ya navhizbî, ne bi diruşm, û belku bi kiryar selimand ku ew yek şanaziyeke dîrokî ye bo kongireya 16.emîn ya PDKÎ ku dîrokafirandin bi awayê demokratîk nîşan da.

Sêyem-Piştî çend salan destpêkirina Rasanê û nirxandina xalên bihêz û lawaz ji vê qonaxa nû ji xebatê, kongireya 16.emîn ya PDKÎ biryara domandin û vegeşandina Rasana Rojhilat dide, ku ew yek jî di pêşerojê de nîşan dide ku di xalên guherînê ên dîrokî de, destbilindkirinên asyaî bo dengdanê, dikare rêreva dîrokê bigihere.

Kongireya Rasana Rojhilat bi serkevtin ve karên xwe bi dawî anî, û biryarên hewce pejirandin, û kire bernameya karê xwe bo pêşerojê.

Rêberatî û kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ dikarin di dîrokê de bersiv bidin, ku gelo pêngavên bikiryar bo selimandina vê şanaziyê hilgirtine yan na? Eva dimîne bo pêşerojeke ne gellek dûr.