Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konseya Zêrevan Anku \"Şorayê Nigehban\"a Îranê Û Hilbijartin

15:35 - 7 Gulan 2013

Serbest Urmiye

Di destûra bingehîn ya Komara Îslamî ya Îranê de konseya zêrevan anku şorayê nigehnabxwedî pêgehekî taybet e. Bi rengekê ku di kêleka navenda yasdananê wate meclisa şêvra îslamî de, yê bûye sedema bê hitbarkirina vê şêvrê. Erkê şorayê nigehban pêdeçûn û ravekirina tim biriyar û pesend kiriyên meclisa şêvra îslamî ne ku dijberî destûrên ola îslamê û naveroka destûra bingehîn û di rastî de hizr û ramanê rêberê rejîmê wate weliyê feqîh nebin.

Jê bilî vê çendê rolekî girîngtir ya şorayê nigehban, çawedêriya hilbijartinan di welat de ye û weke navenda bilind a şiroveya destûra bingehîn tê hejmar.
Ji bo nasandina şorayê nigehban divêt ku em pêkhate, felsefe û erkên wê bidin sirovekirin.

Pêkhateya şorayê nigehban:

Ev konseye xwedî du pêkhateyan e û 12 endamên wê hene ku her 6 salan carekê tên destnîşan kirin. Nîva wan endaman mela yan feqîh in û nîva din yasanas.

Terzê destnîşankirina feqîh anku melayên vê konseyê:

Di esla 91’an a destûra bingehîn a komara îslamî de wiha hatiye ku hilbijartin û diyarîkirina melayên şorayê nigehban rastewxwe di desthilata rêberê komara îslamê wate weliyê feqîh de ye. Di vê rewşê de rêberê rejîmê destê wê vekirî ye ku li gor hezkirina xwe melayên ku di hizr û baweriyên xwe de ci çarçoveya rêberê rejîmê û felsefeya welayeta feqîh de baz nedabin, hilbijêre. Di aliyeke din ve li gor esla 110’an ya yasaya rejîmê, tenê rêberê rejîmê desthilata vê çendê heye ku heke yek ji wan melayên endamê şorayê nigehban bikarê sepandina îdeolojiya rejîmê nehat û erkê xwe di vê rastê de li gor dilê rayedarên rejîmê bireve nebir, ji endametiya vê konseyê derxîne. Helbet heke yek ji wan melayan jî gihîştibe vê rastiyê ku nabê di vê navenda sepandinê de bimîne, dîsan jî hewce ye ku rêberê rejîmê rezamendî li ser nemana wî hebe.

Yasa nasên endamên şorayê nigehban


Dîsa li gor esla 91’an a destûra bingehîn a komara îslamî, 6 kesên din ku weke yasa nas dibin endamên şorayê nigehban, dibe misilman bin û ji aliyê serokê dengehê dadweriyê anku quwêyê qezaîyê û serokê meclisa şêvra îslamî werin nasandin û dengê nûnerên meclisê ji wan re were wergirtin.

Di vir de cihê ramanê eva ye, serok û nûnerên meclisa şêvra îslamî berî ku bibin serok û nûnerên vê meclisê, divet bibin berendamê hilbijartinekê ku hewce ye kêrhatîbûna wî ji aliyê şorayê nigehbanve bê pesend kirin û piştre bikevin ber dengê gel. Helbet piştî serkevtin di hilbijartinê de jî divêt ku carke din rastî û dirustiya hilbijartina wan ji aliyê şorayê nigehban ve were piştrastkirin. Di vê sîstimê de kê, kê hildibijêre û kê carke di hewceyî dengê kê ye, kê dizane bila bersiv bide.

Felsefeya peydabûnê û erkênşorayê nigehban

Li gor yasaya komara îslamî hewcehiya hebûn û erkên vê konseyê anku şorayê nigehban bi vê awayî hatine zanîn:

1_ Îslamîbûna yasayan: li gor esla yekemîn ya destûra bingehîn ra rejîmê, îslam sîstema siyasî ya hakim di Îranê de ye û pêdiviya îslam bûn û îslamîkirina sîstemekî siyasî, yasa û biriyarên sîstemê ne. Ji ber vê hindê ye jî ku esla 4’an ya destûra rejîmê şorayê nigehban ji bo hilsengandina yasa û biriyarên ku di sîstema komara îslamê de tê girtin, damezirandiye.

2_ sepandina hakimiyeta Welayeta Feqîh: ji ber ku hakimiyeta sîstema komara îslamî ya Îranê û berheqiya olî û fiqhî tenê di destê weliyê feqîf de ye, lewre hewce ye ku ew di hemû warên hikûmetê de hebe. Bo vê çendê jî pêdiviye ku navendekî bi temamî li gor dilê rêber hebe ku aliyê kêm niviya endamên vê dilxwazê rêberê rejîmê bin.

3_ parastina destûra bingehîn ya rejîmê: destûra binhegîn ya rejîmê belgeya yasayî ya bilind a rejîmê ye û divêt di hemû organên hikûmetê de bi tevahî were bicihanîn. Yêk ji van organên herî girîng ên hikûmetê navenda yasa danîne anku meclisa şêvra îslamî ye. Di seranserî pêhkateya rejîmê de organek ji bo çawerêdî bi ser birêveçûn û parastina yasaya wan ya bingehîn navendek hatiye diyarîkirin. Bo çawedêriyê bi ser navenda sereke ya yasa danîê de jî şorayê nigehban hatiye destnîşankirin.

4_ şirovekirina destûra bingehîn: di vir de şirove bi wateya danezanîna armanc û bernameyên rejîmê hatiye.
5_ çawedêrî bi ser hilbijartinan de: di felsefeya rejîmê de çawedêrî bi merema berhingarbûnê tevî rikenberiya ne saxlem di navbera berendaman û fêl, sextekarî û şaşiyên bireveberên hilbijartinan û parastina hurmeta dengê gel, hatiye şirovekirin.

Di vir de cihê ramanê ye ku heke merema şorayê nigehban çawedêriya saxlemiya hilbijartinan û parastina hurmeta dengê gel e, ya ku sala 1388’an, piştî hilbijartina serok komariyê, hatî serê deng û dengderan, çi awayê rêzgirtinê bû û çawan saxlemiya hilbijartinê hate selimandin. Her weke ku Mehdî Kerobî, yek ji mirovên kevnar yê rejîma îslamî, piştî demekî dirêj anî ziman ku şorayê nigehban navenda sereke ya fêl û sextekriyê di hilbijartinên Îranê de ye.

Merema me ya serke ji wan hemû gotina danezanîn rola nerênî ya şorayê nigehban e di hilbijartinê Îranê de. Di rastî de mirov dikare bêje ku yek ji mafên berheq û bingehîn yê gel hilbijartinn û berendambûn e ku mixabin di kiriyarên şorayê nigehban de heta niha nehtiye xuyakirin. Redkirina bê sînor a kêrhtîbûna xelkê di hilbijartinan de, ev konseye yê kiriye bingehek ji bo parastin û bihêzkirina aliyekî siyasî di welat de. Bi awayekê ku tê gotin bûye alavê dijî gelî yê rejîmê û erkê vê yê bûye hilsengandina hemû yasayên aborî, civakî, cezayî, çandî, siyasî, lesşkerî û ..., li gor hizr û ramanên rêberê rejîmê û yasaên olekê ku Weliyê Feqîh ew qebûl e.
Mirov dikare bi eşkere bibêje ku di heyamê temenê rejîma îslamî de heya niha, astenga heri bilind li ser rêya mafên gel, azadiyên demokratîk yên takekesî û civakî û wekheviya civakî di Îranê de şorayê nigehban bûye û bi guherîn, derkirin yan danîna hin endamê nû di vê konseyê de pirsgirêk ji holê ranabe.