Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka sipî jineka Kurd xelat kir

15:55 - 21 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Jineka Kurd a ektîv li varê bangeşeya bihevre jiyanê di navbera pêkhateyan de, xelata taybeta welatê Amrîkayê wergirt.
Ajansa nûçeya “Ziryan” bilav kir, jineka Kurd bi navê “Keser Ebdula”, xelkê Dihokê ya Herêma Kurdistanê û akinciyê eyaleta Tensî a Amrîka ku heyamê 17 sale li varê bangeşeya bihevre jiyanê di navbera alîgirên olî û mezhebiyan û neteweyan çalakî dike, xelata teybet a Pêşengên Guhertina li Amerîka ya“Koşka Sipî a Amrîka”yê wergirt.
Ew jina Kurd yek ji 10 kesên ku xelata taybat a Koşka Spî yê bi navê Pêşengên Guhertina evsal wergirt.
Keser Ebdula li bajarê Nişoyîl li eyaleta Tensî de dijî ku ji aliyê Kurdên Amrîkayê ve bi Kurdistana biçuk tê gotin.