Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Sûriyê daxwaza Otonomiyê kirin

15:42 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: 10 kesayetiyên Kurd bi nûneratiya “ENKS” di kongireya dijberên rejîma Sûriyê li Qahireyê beşdar bûn û daxwaza Otonomiyê kirin.


Kongreya dijberên rejîma Sûriyê pêkhatî ji 200 kesayetî bi serokatiya Yekîtiya Ereban li Qahireya Paytextê Misrê destpêkir.
Nûneratiya Encumena Nîştimanî a Kurdên Sûriyê li ser gaziya fermî Yekîtiya Ereban di vê kongreyê de beşdar bûn. Li gor gotina Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê “ENKS” ji “Aknews”ê re, Kurdan di kongreyê de daxwaza hikmê zatî kiriye.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKS” daxwaz dike rewşa îdarî û biryara nenavendî û hikûmê zatî di desthilatdariyê de û bi taybet li herêmên Kurdî bê tesbîtkirin.
Birêzî herweha got Ya baş ev e Sûriyê ne dewleteke navendî be, li ser bingeheke demokratîk bê avakirin û desthilatdarî di navbera aliyan de bê parvekirin.
Di civînê de ji aliyê Kurdan ve herweha daxwaz hatiyekirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê duyem yê fermî li Sûriyê.
Xwastek din a Kurdan di kongireya han de ev bû ku ew perçeyek ji perçeyên din ên netewa Kurd bin, her mina Ereban ku perçeyek ji netewa Ereb in li Sûriyê.