Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan bi berdewamî 25`ê Gelawêjê pîroz dikin

17:07 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Xelkên tekoşer ê Kurdistanê bo pîrozbahiya cejna 25`ê Gelwaêjê, salvegera avabûna PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat bi hilkefta 25`ê Gelawêjê li cihên wekî: “Rêya di navbera gundê Eyin Mela bo gundê Pîrmika`îl, gundê Beyrem, rêya dinavbera Beyrem bo gundê Gerdeberdan, rêya navbera gundê Uzinderê bo Gerdeberdan” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Herwisa li çiyayên pişt gundê “Qozlûce” çalakiyê banghêjî hate lidarxistin.

Li “Şarwîran” a ser bi bajarê Mehabadê bi nivîsîna silogan û daliqandina axabano, 25`ê Gelawêjê bilind nirxandin.

Herwisa li “Guwigtepe, Koça baxê Paşa, Şeqama fermî a nav bajar, koça Ebdulah Cîhan, qirax binkeya Besîc û devera Aş”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li bajarê Sineya Demokrat, xortên emegnas bi rêbaza şehîdan, salvegera avabûna Partiya demokrat pîroz kirin.

Xortên Pêşewa li bajrê Nodşe a “Hekîm Rizayî” bi boneya 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Şeva 24 li ser 25`ê Gelawêj, keç û xortên can jiserdest, esmanê Nodşeyê ji şeş aliyan ve nûrbaran kirin û herwisa li bilindahiyên ku zalin di ser bajar de, li sê cih agir hilkirin ku bi wê sedemê xelkê Nodşe kêfxaş bûn.

Piştî wan çalakiyane, caş û kirêgirtiyên rejîmê tirsek kete nav dilê wan û ketine hereketê û bi maşîn û matorsîkletan nav bajar milîtarize kirin.

Li bajarê Merîwanê, tekoşeranên Demokrat li gundê Serhûye bi belavkirina tirakt û poster piştevaniya xwe bi PDKÎ re nîşan dan.