Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan di gel rêbaza şehîdan peymanê nû dike

17:28 - 5 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Pawe, sardana cihê can gorîkirina şehîdankirin, û di gel rêbaza wan peyman nûkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li seyrangeha “Wîmîr” ya bajarê Pawe, sardana cihê cangorîkirina şehîd “Şaho Weysî û Zaniyar Îslamî” şehîdên sorxelat yên Rasanê kirin.

Di wê çalakiyê de, xebatkarên Demokrat, bi danîna gulên sor û cemedanî û logoya PDKÎ, rê û rêbaza şehîdan bilind ragirtin.

Herwisa bi girtina kurte vîdoyekê, peyama berdewamkirina rêbaza şehîdan gîhandine Kurdistanê û peyman nûkirin, ku heta hetayî riya wan berdewam dikin.

Xebatkarên Demokrat li bajarên Kurdistanê, bi awayekî berdewam emegnasiya xwe derheq xebata rizgarîxwazane û cangorîkirina pêşmergeyên “Hêza Ppêşmergê Kurdistanê” nîşandidin û cihê pêngavên nemirên dîrokê, bi gulan dixemlînin û rêbaza wan berdewam dikin.