Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan dîsan “Ne” ji rejîma Îranê re got

17:44 - 8 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê li rêkefta 21`ê Xermananê, xelkê bihivêr yên Kurdistanê bi sedema bilindbûna nirxên tiştan û nebûna tiştên destpêkî di bazaran de û qorxkirina van ji aliyê bazirganan, bajarên Kurdistana Rojhilat dest avêtine bi girevê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarên Kurdistanê de, asta daxistin û li berçavgiritina rojên nîveka hefteyê de,  hatinûçûn kêm bûye û pareke berçav ji bazaran daxistîbûne.

Li bajarê Bane, hevwelatiyan bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bilindbûna nirxên tiştan pasajên wekî Azadî, Arbaba, Gulistan û Xeyam daxistibûn û her di vê pêwendiyê de jî, dukandarên şeqama Sîrûs a bajarê Sine jî, Dukan û bazarên xwe daxistibûn û piştevanî ji dukandar û gireva bajarên din yên Kurdistanê kirin.

Herwisa li bajarê Seqizê jî, bi daxistina dukanên bazara jorê û jêrê, nerazîbûna xwe li hemberî buhabûn û nebûnî û helavesînê anîna ziman.

Hevdem di bajarên wekî Pîranşar û Merîwanê de jî, dukandaran û bazariyên wan bajaran, bi daxistina dukanên xwe dest bi gireva seranserî kirin.

Çend rojan berî niha, di torên civakî de binêrek dereheq bilindbûna nirxan û qorxkirina tiştan di Îran û Kurdistanê de, ji aliyê bazirganan ve belavbibû, û çalakvanên medenî  yên Îran û Kurdistanê jî piştevaniya xwe di pêwendî digel vê gireva seranserî de nîşan dan.