Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan pîrozbahiyê li pêşmerge dike

17:05 - 13 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî derheq 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê berdewam dikin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xortên Demokrat li gund û bajarên Kurdstanê berdewam in li ser çalakiyên teblîxî, û rêz ji cangorîtiya pêşmerge digrin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Şinoyê, bona rêzgirtina ji pêşmerge li taxên Emîrabad, Mam temir, Şakirabada xwarê û serê, Seydawê, Mecîdabad, Rehîmabad, Goristana şehîdan, û debîristana Şeref tirakt û posterên tayet bi vê rojê belav kirin.

Li bajarê Mehabadê li meydana Mela Camî, pêşiya deriyê zankoya Azad ya Mehabadê, taxa girê Homa, Taxa Sarimbeg û taxa zemînên şaredariyê kar û çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn, û bi nivîsîna diruşman û belavkirina tirakt û posteran û herweha bilindkirina alaya Kurdistanê rêz ji vê rojê girtin.

Hevdem “Pêşmergeyên Bajar” li ser riya Bokanê bo cara çendê di rêkewta 20`ê Sermawezê de, bi birêvebirina çalakiyên teblîxî  di nava bajar û gundên derdora wê de, wekî riya Bokan heta Qeremûsalî û gundên Goktepe, Ermenîbilaxî, Rehîm xan, Seraw, Kanîkozele û Qanalî amadeyiya xwe bona birêvebirina her cure çalakî û berberekaniyekê nîşan dan, û herweha serbarê hebûna binkeyên besîcî ên rejîmê, lê çalakiyeke berfireh di nava bajarokê Qeremûsalî de bi rê ve birin, û soza emegdariyê ji çiya re şandin.