Kurdistanmedia: Çalakiyên piropagendeyî ên endam û alîgirên PDKÎ dilê dijminê Kurd çend qat dihejîne.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 7`ê Hezîrana 2019`an, xebatkar û dirêjederên rêya şehîdên Kurdistanê li bajarê Sine, li çend dever û kolanên bajar, bi belavkirina postêrên taybet bi rêberên nemir ên hizbê, logoya PDKÎ û logoya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, bi wî rengî dever û kolanên bajar xemilandin.
Ev cihên ku çalakiyên piropagendeyî hatine lidar xistin wiha ne: “Dûşan, şehreka Kurdistan, şehreka Bê`set, şehreka Endîşe û herwisa kolanên wekî, Ebasava, golşen, pîrmihemed, axe zeman, nibûvet û gerîze”.
Herwisa, endam û alîgirên PDKÎ, gundê, Vsûkend a girêdayî devera Şarwêrana ser bi Mehabadê, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê, bûne sebeba keyfxweşiya xelkê gund û kebvebûna rejîmê, alaya pîroz a Kurdistanê, piştî çend demjmêran, ji aliyê mohreyên rejîmê ve anîne xwarê.
Her di vê pêwendiyê de, çavnetirsên Demokrat li darêstanên Mêrgemîr a girêdayî bajarê Şinoyê, bi nivîsîna dirûşman, piştevaniya xwe bo PDKÎ, pêşmerge û xebata rewa ya xwe nîşan dan.
Dirûşmên vê çalakiyê wiha ne: “Bijî Demokrat, bijî pêşmerge, serbikeve Rasan û bijî TishkTV”.