Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojhilat/ 519 haletên binpêkirina mafên mirovan di 3 mehan de

15:59 - 24 Hezîran 2015

Kurdistanmedia: Ajansa nûçegihaniya Kurdpa di raporek demsalî de, bîlançûya haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistana Rojhilatê de weşand ku 519 haletan ji xwe digre.

Li gorî rapora amarî-şiroveyî a Kurdpa ku li ser bingeha çavkaniyên agah û cihê baweriyê hatiye amade kirin, tê zanîn ku nawendên têkildar ên rejîma Îslamiya Îranê li midehê 3 mehan li parêzgeha Sine de, 519 haletên binpêkirina mafê mirovan encam dane.

Bîlançoya belavkirî ya Kurdpa, îşare bi jordeçûna rêjeya binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê di heyama van sê mehên dawî de dike ku bo 519 haletan jorde çûye.

Bîlançoya pêpeskirina mafê mirov li Kurdistana Îranê di heyamê sê mehên Bihara 2015’an de li gorî sê mehên Bihara sala derbasbûyî de ku 410 halet bûn, %26 jorde çûye.

Li gorî bîlançoya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li heyamê sê mehên vê dawiyê de, 258 haletên destbiser kirinê, 32 haletên hukm dayînê û mehkûm kirina bi girtîgehê, 13 haletên kuştin û birîndar kirina kolberan, 43 haletên kuştin û birîndarkirina hevwelatiyên sivîl bi teqeya rasterast ya hêzên leşkirî yên Îranê, 12 halet kuştin û birîndarbûna hevwelatiyên kurd bi sedema teqîna mayînên çandî ve ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê û siyaseta wê ve hatine encamdayîn, li Kurdistanê de hatine tomar kirin.

Herweha rapora demsalî ya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 4 haletên gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û sivîl, 18 haletên veguhastina girtiyên siyasî, yek halet ji îdama girtiyên siyasî, 2 halet bangkirina girtiyan jib o “Heraset” û deftera berpirsê girtîgehê, 15 haletên bêparbûna girtiyên siyasî ji murexesiya dermanî û pêregihîştina pizîşkî anîne ber bas.

Derketin û rewiyana neçarî a çalakvanên siyasî û xwendekarî li Îranê, bêparbûn û astengî afirandin li pêşiya xwendinê, dûrxistina xwendekaran jib o zanîngehên dûr (sirgûn kirin), jêstandina mafê wanegotinê, destbiserkirina çalakên mafên mirov, givaşên dezgehên ewlekarî li ser malbatên siyasiyan û îşkencedayîna girtiyên siyasî, pêrenegihîştina pizîşkî bi girtiyan, beşek ya berbiçav ya binpêkirina mafên mirov li Kurdistana Rojhilatê de ye ku ji aliyê nawendên pêwendîdar ên rejîma Îslamî ya Îranê ver li dijî hevwelatiyên kurd tên encamp dayîn.

Li gorî vê raporê, hêzên ewlekar û îdareya îtilaata rejîmê li midehê 3 mehên destpêka îsal di Kurdistanê de 250 haletên binpêkirina mafê mirov li hember hevwelatiyên kurd de encamp dane.

Hêzên leşkirî û kincşexsî jî li pêpeskarên mafê mirov di Kurdistana Îranê de tên hejmar kirin.