Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojhilatê di 3 mehan de/ Kuştin û birîndarbûna 68 hevwelatiyên Kurd bi teqeya rasterast û teqîna mayînan

16:33 - 27 Hezîran 2015

Kurdistan media: Rewşa mafê mirov di Kurdistana bin desthilata Îslamî ya Îranê de her ku diçe, xirabtir dibe û di heyama 3 mehên destpêka îsal de, 68 hevwelatiyên Kurd bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê û teqîna Mayîna hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media û piştgirêdan bi amarên belavbûy yên Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, 17 hevwelatiyên Kurd di encama teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê û teqeya mayînên çandî yên serdemê şerê navbera Îran û Îraqê de hatine kuşitn û herwiha 51 hevwelatiyên din jî bi wan sedemane ve di 3 mehên destpêka 1394’an a rojî de birîndar bûne.

Kuştin û birîndarbûna hevwelatiyên Kurd di heyama Bihara îsal li halekê de ye ku di sala borî de, 43 hevwelatiyên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê û teqîna mayîna hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor vê raporê, di heyama 3 mehên destpêka îsal de, 13 kolber bi sebeba teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorên Kurdistanê hatine Kuştin û birîndarkirin,ku ji vê hejmarê, 8 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî hatine birîndarkirin.

Amarên berdest bas ji vê dikin ku di heyama 3 mehên Bihara sala borî de, hêzên leşkerî ên rejîma Îslamî ya Îranê bi teqeya rasterast ji kolberên Kurd di sînorên Kurdistanê de, 8 Kolber kuştibûn û 3 yên din jî her bi wê sebebê birîndar bibûn.

Di vê pêwendiyê de, teqeya rasterast ya hêzên rejîmê ji hevwelatiyên sivîl yên Kurd di rê û cadeyan û li nav bajarên Kurdistanê di 3 mehên destpêka îsal de, kuştin û birîndarbûna 43 hevwelatiyên Kurd li pey re bûye, ku ji vê hejmarê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Amara kuştî û birîndarkirina hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê bi teqeya rasterast di Bihara îsal de, bi nisbet Bihara sala borî ku 12 kes bibûne qurbanî, jordeçûnek %258 nîşan dide.

Raporên amarî- şiroveyî yên ajnsa nûçegihaniya Kurdpa herwiha bas ji kuştina 4 hevwelatî û birîndarbûna 8 hevwelatiyên din ên Kurd ji riya teqîna mayînên çandî li midehê 3 mehên Bihara Îsal de dike.
Di Bihara sala 1393’an ya rojî de, 20 hevwelatiyên kurd bi sedema teqîna mayînan hatine kuştin û birîndarkirin ku 4 kes ji wan hatine kuştin û 16 ên din jî birîndar bibûn.

Li gor zanyariyan, 6 milyon Hektar ji xaka Îranê mînrêj kirî ye (mayîn têde hatine çandin), û li gorî dawîn raporan, li ser hev 16 milyon mayînên çandî di seranserê Îranê de hene û çar parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û Urmiyê ji ber nerîna ewlehî û sînorîbûnê, zêdetirîn rêjeya mayîn çandî heye.

Rejîma Îranê heta niha peymannameya Otava, ku taybet bi qedexekirina bikaranîn, kirîn û firotina mayînên dijî nefer e, wajo nekiriye û ji bo hilgirtina 16 heya 30 milyon mayînên çandî di deverên sînorî ên Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Urmiye û Xûzistanê de, tu hewlek nedaye.

Rejîma Îranê tevî vê ku kêmtirîn hewl jib o hilgirtina mayînên çandî di sînoran de daye, bi hinceta rêgirîkirin ji “qaçax”a rojane ya di deverên sînorî de, mayînan diçîne û Kolber û hevwelatiyên sivîl dibine qurbanî.